Dayika du girtiyên nexweş banga hestiyariyê kir

  • 09:01 16 Tebax 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Dayika du girtiyên nexweş Meryem Îverendî, destnîşan kir ku bi her awayî îşkence li girtiyan dikin û got: "Ligel îşkenceya ku tê kirin, poşmanî li girtiyan tê ferzkirin. Ji bo em bibin dengê girtiyan û li dijî îşkenceyan derkevin divê em kurd destê hevdû bigirin û bi hev re rabin ser piyan."
 
Li girtîgehan binpêkirina mafan didome. Her wira bûyerên nû dertên holê û girtîgeh bûyê warê îşkenceyê. Girtî bi rêya malbatên xwe tiştên dijî ji raya giştî re radigihînin û banga hestiyariyê dikin. Yek jî wan malbata ku dixwaze bibe dengê hemû girtiyên siyasî malbata  Meryem Îverendî ye. 2 kurên wê girtî ne û nexweş in. Abdurrahman Îverendî di Newroza 2012’yan de hat girtin û niha di girtîgeha Trabzonê de ye. Botan Îverendî jî di sala 2016’an de di pêvajoya qedexeya derketina li derve de  hat girtin û niha li Girtîgeha Amedê ye. Abdurrahman û Botan gelek caran hatin sirgunkirin. 
 
Dayika herdu girtiyan Meryem ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rewşa girtiyan. 
 
Bi dehan caran hatin sirgunkirin 
 
Meryem, da zanîn ku ew bi sala ne bi hesreta kurên xwe dijî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Serê ewilî kurê min Abdurrahman birin Girtîgeha Mêrdînê. Ji Mêrdînê birin Îzmîrê û 3 sal li wir ma. Piştre me daxwazname şand û ji wir anîn Şirnexê. Piştî çend salan dîsa ji Şirnexê sirgunî Girtîgeha Gumuşhanê kirin. Ji Gumuşhanê jî anîn girtîgeha Patnosê û ji wir jî sirgûnê Girtîgeha Trabzonê kirin. Her wiha kurê min Botan jî bi heman şiklî sirgûnî li gelek bajaran kirin. Botan niha di yek hucreyê de tê girtin. Abdurrahman jî girtiyekî nexweş e û nivîşkan e. Di nigê wî de 16 platîn heye. Her wiha ji destê xwe jî nivîşkan e. bi kopalê dikare bimeşe."
 
‘Îşkence li girtiyan dikin' 
 
Meryem, piştî qalkirina çîroka sirguniyê wiha behsa zext û zilma ku li girtîgehan pêk tê kir: "Li girtîgehan muameleyeke kêyfî heye û her cûre îşkencê li girtiyan dikin. Tiştên ku em ji wan re dişinin nadin wan. Ji ber ku me naecibînin hersa xwe ji girtiyan derdixin. Îşkence li girtiyan dikin. Niha jî dibêjin girtî dawî li jiyana xwe aniyê û an jî jiyana xwe ji dest daye. Lê em bawer nakin ku jiyana xwe ji dest didin. Girtî tên kuştin. Tiştek nema ye ku bînin serê wan. Di encama îşkenceyê de wan dikujin.”
 
‘Dermanên wan nadin’
 
Meryem, destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş werin tedawî kirin û wiha bi lêv kir: "Gelek girtiyên nexweş hene û du lawê min jî di nav de ne. Lawê min çend car kriz derbas kir lê wî nebirin nexweşxaneyê. Her wiha dermanên wan jî gelek biha ne. Pereyê xwe jî didin lê dîsa jî derman nadin wan.”
 
‘Piştî îşkenceya bi rojan dê poşman bibin?' 
 
Meryem, diyar kir ku divê li dijî zilma ku li girtîgehan pêk tê dengek hevpar bê derxistin: "Gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane lê infaza wan tên şewitandin. Poşmanî li wan tê ferzkirin. Lê zarokên me ne poşman in û wê tu carî ji doza xwe poşman nebin. Piştî ewqas berdel dayîn û îşkenceyan girtî çima poşman bibin. Kurê min Botan di nava rojê heta êvarê îşkence lê hat kirin û ew îşkence 3 mehan berdewam kir. Her cûre îşkence dît. Parsû û serê wî şikandin. Êdî hal pêve nemabû û piştre di nav bataniyê de pêçan. Me got qey ew mirî ye. Lawê min ewqas îşkence dît, gelek girtiyên din jî ewqas zilm û îşkenceyê re rûbirû man gelo dê çawa poşman bibin. Bi çend mehan nehiştin ku em biçin wî bibinin. Em gelek pê qeherîn. Bi rojan nekarî biaxive. Mehekê nekarî xwarin bixwe. Piştî wan îşkenceyan çawa poşman bibin, an jî dê çawa li hemberî dewletê serî bitewînin?”
 
‘Divê kurd ji hevdû fêm bikin' 
 
Meryem, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî van îşkence û zextan divê kurd bibin yek. Heke kurê min girtîbe gelek cîranê min jî divê êşa min fêm bike û cudahiyê nekin. Pêwiste ku hemû kurd destê xwe bidin destê hevdû û rabin ser piyan. Îro serok ewqas di bin îşkenceyek mezin de ye. Zarokên me di rewşa xirab de ne. Divê em ji hev fêm bikin û alikariyê bidin hevdû.”