Nûnera TÎHV'ê Umît Efe: Em ê heta dawî ligel dayikan bin

  • 09:06 15 Tebax 2022
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Nûnera TÎHV a Stenbolê Umît Efe da zanîn ku îşkence li dayikên di "Nobeta Edeletê" de bûne hatiye kirin sûce û wiha got: “Em daxwazên dayikan dubare dikin. Em daxwazên wan diparêzin. Em ê heta dawî ligel wan bin.
 
Xizmên girtiyan bi armanca pêkanînênli ser girtiyan bidawî bin û girtiyên nexweş bên berdan li Wan, Îzmîr, Amed û Stenbolê çalakiya "Nobeta Edaletê" û tevî hemû astengiyan didomînin. Li Stenbolê çalakî ewil li ber ATK’ê hat destpêkirin û piştre jî li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat destpêkirin. 20 hefteye tevî hemû îşkence, binçavkirin û qedexeyan didome. Dayik her hefte ji ber îşkenca dîtine bi şopên li ser bedena xwe tevli bibin jî her carê îşkenceyek nû lê zêde bû. Tevî hemû zextan çalakî didomin.
 
Der barê dayikên îşkence dîtin de doz
 
Li aliyê din dayika girtiyê bi navê Xemgîn Karataş yê li ber edliyeya Bakirkoyê di 4'emîn hefteya "Nobeta Edeletê" de bi îşkencê hat gietin Cemîle Karataş û dayika Yakup Akman yê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar ya Sîlîvriyê imîne, Fînce Akman derbarê wan d e ji aliyê serdozgeriya komarê ya Bakirkoy ve îdianame hat amadekirin û ji salek û 6 mehan heta 3 salan bi daxwaza cezayê girtîgehê îdianame hat amadekirin. Yekemîn rûniştin wê di 8’ê mijdarê de li 12’yemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê bê dîtin. Nûnerên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Stenbolê Umît Efe derbarê mijarê de axivî.
 
‘Girtî ne bi hêvî bi tabutan dertên’
 
Umît diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan yên giran tên jiyîn û wek rêxistinên mafê mirovan wê bibin şopdarên binpêkirinên mafan yên girtîgehan û wiha daxuyand: “Sivîlên girtîgehan mirî tên hesibandin. Li dijî girtiyan şîdet bûye konsept. Di salên 2000’î de bi operasyona vegera jiyanê tecrîd ket jiyanê û pisgirêk zêde bûn. Girtiyên nexweş yên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, girtiyên temenê wan mezin û nexweşiyên wan giranin nayên berdan. Girtî bi raporên ku ATK didin ne bi hevî bi tabut derdikevin.”
 
‘Nahêlin girtî bên berdan’
 
Umît daxuyakirin ku ji bo gelek girtiyên nexweş xebatan dimeşînin û wiha dirêjî dayê: “Girtî di sînorê mirinê de ne û bi tena serê xwe nikarin jiyan axwe bidomînin. Tevî vê tiştek nayê kirin. ATK wek saziyek zanistî neçare bixebite. Divê rewşa girtiyên nexweş bi ATK’ê sînor nemîne. Divê raporên nexweşxaneyan bên qebûlkirin.”
 
Xizmên girtiyan hewl didin
 
Umît bi lêv kir ku têkoşîna mafê mirovan li ber girtîgehane û ev nirxandin kir: “Dayik û jin ji bo xizmên xwe têdikoşin. Li pişt dîwaran hewl didin dengê girtiyan bidin bihistin. Îro li gelek bajarî xizmên girtiyan têdikoşin. Dayik tevî temenê pêşketî rastî îşkenceyan tên. Zextan dibînin, tên binçavkirin. Divê demildest dest ji van pêkanînan bê berdan. Îşkenca dayikan dîtiye divê bi rayedar û rayagiştî re bê parvekirin. Dayik dixwazin zarokên wan di şertên mirovahî de bên girtin. Ev mafê herî esas e. Îşkence û binpêkirin maf qedexeye. Tevî vê îşkencê li dayikan dikin. Ger ku pisgirêk bi awayekî mirovane neyê çareserkirin wê pirsgirêk bidome. Piştî binçavkirinê li nexweşxanê jî binpêkirin didomin.”
 
‘Daxwazên wan daxwazên me ne’
 
Umît di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku parêzvanên mafê mirovan divê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî lê anî: “Divê rayagiştî jî hestiyariya xwe bilind bike. Divê dawî li pêkanîn û îşkenca li hember dayikan bê girtin. Ger bêdengî hebe wê dor bê we jî. Bêdengî tê wate hevkariya sûc. Em her tim wê têkoşîna xwe bidomînin.”