Înfaza girtiyek din jî hat şewitandin: Hincet rewşa nebaş

  • 09:05 15 Tebax 2022
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevşaredara Agiriyê Mukkades Kubîlay ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû û 5 sal û nîve li Sîncanê girtiye divê di 4’ê tebaxê de bihata berdan lê ji aliyê Saziya Şopandin û Îdarî ve bi hinceta rewşa baş tune nehat tahliyekirin. Hevjînê wê Bayram Kubîlay da zanîn ku yek ji hinceta netahliyekirina Mukkadesê jî cezayê dîsîplînê yê li dirûşmeya ku nehatiye berzkirin, hatiye birînê ye.
 
Bi dehan girtiyên ku cezayên wan qedyane ji aliyê Lijneyên Şopandin û Îdarî ve bi hinceta ‘rewşa baş’ tune û an jî cezayên dîsîplînê hene nayên berdan. Herî dawî jî girtiya bi navê Mukkadest Kubîlay ku divê bihata tahliyekirin, nehat berdan.
 
5 sal û nîve girtiye
 
Mukkadest Kubîlay li Agiryê di 2014’an de ket hilbijartinên rêveberiya herêmî yên BDP’ê û bi Sirri Sakik re bûn hevşaredarên Agiriyê. Mukkadesê ku îmze avêt gelek xebatan di 1’ê adara 2017’an de qeyûm tayînê şûna wê bû. Sirri Sakik ji peywirê hat girtin û  Mukkades jî di 27’ê kanûna 2016’an de li Îzmîrê hat binçavkirin û girtin. Bi îdiaya endamtiya rêxistinê 7 sal û 6 meh, bi îdiaya propaganda rêxistinê jî salek 115 roj ceza hat dayîn.
 
Nehat tahliyekirin
 
Mukkadest ku 5 sal û nîve girtiye divê 4'ê tebaxê de bihata tahliyekirin û hat hînbûn ku ji aliyê Lijeya Şopandin û Îdarî ve nehatiye tahliyekirin. Lijneyê di hinceta nîşan de got Mukkadestê poşmanî qebûl neikriye û ji ber vê li gorî şertên ‘rewşa baş’ tevnegeriyaye.
 
‘Xebat û axaftin sûc hatin dîtin’
 
Hevjînê Mukkadesê, Bayram Kubîlay got dema Mukkades hevşaredar bûye di 2016’an de hatiye girtin û got: “Me dipa ku Mukkades bê berdan. Hemû xebatên dema şaredariyê û axaftinên wê bûne sûc. Mukkadesê tiştekî îlegal nekir. Lê hinceta girtinê ev bûn. Me dipa ku Mukkades 4’ê tebaxê de bê bedan. Hemû malbatê ev dipa. Lê nehat tahliyekirin.”
 
‘Hincet dijhiqûqî ne’
 
Bayram destnîşan kir ku di hevdîtina dawî de Mukkadesê gotiye ‘Ji bo tahliyekirina min tu pirsgirêk tune puanên min têr dikin’. û got: "Tu pirsgirêk tune lê puanan dikin hincet. Li gorî xwe li girtîgehan polîtîkayê dimeşînin. Hincetên Lijneyê ne hiqûqî ne. Heta niha tiştekî wisa tunebû. Ev nû destpê kirin. Di hiqûqê de cihê vê tune. Pirsgirêkên tenduristiyê yên Mukkadesê hene. Nikare bîhna xwe bigire. Em li Îzmîrê dijîn ew li Sîncanê dimîne. Mukkadesê tiştekî ku jê poşman bibe nekiriye.  Em dixwazin Mukkades demildest bê berdan.”