‘Ji jinên kurd tolê digirin’

  • 09:05 14 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - Tevî ku siyasetmedara kurd Aysel Tugluk nexweşa demansê ye ji girtîgehê nayê berdan. Bertekên li dijî vê her diçin mezin dibin. Ji Komeleya Jinan a Rosa Neslîhan Çoban der barê mijarê de axivî û got ev tê wateya ku ji jina kurd tol tê girtinê.
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a li girtîgeha Ewlehiya Bilnd a Hejmar 1 a Kandirayê girtiye, tevî nexweşa demansê ye nayê berdan. Di rojên borî de Saziya Tipa Edlî (ATK) cara sêyemîn ji bo Ayselê rapora ‘dikare girtî bimîne’ da. Roja borî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê daxwaza ku ceza bê taloqkirin û bê tehliyekirin de biryara redê da.
 
Li dijî netehliyekirina Ayselê bertek didomin. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Neslîhan Çoban der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Rewşa Ayselê gelek binpêkirinan dihewîne’
 
Neslîhanê wiha vegot: “Tevî Aysel nexweşa demansê ye hîna tê girtin. Wek girtiyên din Aysel jî bi binpêkirinan re tê rû hev û nayê dermankirin. Mafê jiyana Ayselê tê binpêkirin. Rewşa Ayselê di esasê de gelek binpêkirinan dihewîne. Bi zilma li hember dayika wê hat kirin, bi Ayselê re windahiya hiş peyda bû. Lê ligel van pêkanînan nehat dermankirin û hîna jî girtiye. Em dixwazin Aysel bê berdan, ji ber rewşa wê pir krîtîk e. Em ê Aysel û girtiyên din ên rewşa wan giran her tim bînin rojevê. Ji ber bi têkoşîna wan em hatine vê astê.”
 
‘Em di her platformê de rewşa Ayselê tînin ziman’
 
Neslîhanê destnîşan kir ku ew saziyeke ku têkoşîna Ayselê ji xwe re wek rol model digirine û axaftina xwe wiha domand: “Aysel di mijara mafê mirovan de fîgurek mezin e. Em li her platforma cih digirin rewşa wê tînin ziman. Netehliyekirina Ayselê sûc e. Em ê vê li her derê bînin ziman. Em ê pergala daraza mêr her tim teşhîr bikin. Ev salek û nîv e em li her derê çalakiyan pêk tînin. Lê tevî hemû hewldanan nayê berdan. Em vê wek tolgirtinê digirin dest.”
 
‘Wê jin her tim li berxwe bidin’
 
Neslîhanê got netehliyekirina Ayselê tê wateya ku desthilatdarî dixwaze tolê bigire û ev tişt nirxand: “Çevîk Bîr yê wek Aysel Tugluk nexweşê demansê ye hat berdan. Ji ber vê tişta tê kirin dirûtî ye. Çima li hember kurdan polîtîkaya dirûtiyê tê meşandin? Desthilatdarî li hember aliyên muxalîf dijminahiyê dike. Lê em ê jin heta dawiyê li berxwe bidin. Dirûşma ‘Em hişê Aysel Tugluk in’ gelek watedar e. Têkoşîna Ayselê hişê pêkanîn û mayîndebûna pergala hevserokatî, têkoşîna azadî û civaka Elewî ye. Ji ber vê jî em berpirsyar in ku vê têkoşînê mezin bikin, bilind bikin. Divê di serî de Aysel û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”