Jin ji bo Salîha Aydenîz bûne yekdeng: Em ê bi ser bikevin

  • 09:04 14 Tebax 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Jinan diyar kirin ku biryara rakirina destnedana Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, polîtîkaya tecrîdkirin û çewisandinê ya li hember tevgera jinan e û wiha vegot: “Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Tu car em ê şûnde gavê neavêjin. Em vê helwesta faşîzan qebûl nakin. Bi berxwedan û sekna xwe em ê qezenc bikin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in di bin şertên tecrîda giran de li Îmraliyê tê girtin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 12’ê Hezîranê de Meşa Gemlîkê pêk hat. Di lingê meşa li Stenbolê de di nav de parlamenter jî gelek kes bi şîdetê re hatin rû hev. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ku li dijî polîsan parastina cewherî pêk anî, der barê wê de li Komîsyona Tevlihev ji bo rakirina destnedanê 5 fezleke hatin amadekirin û HDP û CHP’ê tenê dengê na bi kar ranî. Ji bo rakirina destnedanê bi dengên AKP, MHP û Îyî Partî biryara rakirina destnedanê hat dayîn.
 
Rapora Komîsyona Tevlihev wê di meha cotmehê de li Lijneya Giştî bê nîqaşkirin. Jinan li dijî rakirina destnedana Salîhayê kampanya dan destpêkirin û li her derê bi çalakî û bernameyan daxwazên xwe tînin ziman.
 
Jin ji mîkrofonên me re axivîn û der barê polîtîkayên zextên li ser gelê Kurd û Salîhayê nirxandin kirin. 
 
‘Ev êrîşek li hember xeta me ye’
 
Berdevka Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê Dîdem Nur Acabey destnîşan kir ku rakirina destnedanê di alî siyaseta Kurd û muxalîfan de ne tiştekî nû ye û wiha vegot: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hevseroka giştî ya berê a HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi cezayên giran hatin girtin û parlamenteriya wan hat xistin. Em vê wek êrîşeke li hember pergala hevserokatiyê ku ji bo me xeta mor e dibînin. Ev êrîş wê nikaribin me biçewisînin.”
 
Polîtîkaya tecrîd û çewisandinê
 
Dîdemê diyar kir ku divê êrîş ji hev cuda neyên nirxandin û wiha daxuyand: “Tevî teşîsa demansê li Ayselê hatiye dayîn û nikare xwe biparêze, dadgehê bi zor îfadeya wê girt. Ji bo jin ji siyasetê bên girtin, ji qada jiyanê vekişin li Kurdistan û tevgera jinan a Tirkiyeyê êrîşek cidî mijara gotinê ye. Di siyasetê de dibêjin divê gotina jinê tunebe. Em vê ji êrîşa topyekun a li hember jinan cudatir nabînin.”
 
Banga piştgirî û piştevaniyê
 
Dîdemê her wiha li dijî rakirina destnedana Salîhayê banga piştevanî û yekitiyê li hêzên demokrasiyê kir û wiha dawî lê anî: “Em dizanin ku AKP-MHP û pergala serdest a mêr ji ku hêzê digire. Em dizanin çawa ji patrîarka hêzê digirin. Divê em li dijî patrîarka ya kapîtalîst û serdestiya mêr bi hêzên demokrasî û tevgerên jinan re têkoşîna xwe bidin. Divê hemû hêzên demokratîk bi riya sêyemîn re piştevaniyê mezin bikin.”
 
‘Em vê helwestê qebûl nakin’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad Gulsen Bîter jî tiştên li hember Salîhayê hatine kirin wek helwestek dijhiqûqî pênase kir û wiha bi lêv kir: “Hikûmet li dijî kesên ligel wan de di nava êrîşê de ye. Ji ber Salîha hevseroka DBP’ê ye û xwedî nasnameya Kurd û jinê ye ev êrîş pêk tên. Beriya van êrîşan jî hebûn. Hatina gel hev a gelan hikûmetê, pergalê ditirsîne. Bêguman ev êrîş li hember vê yekîtiyê ye.”
 
‘Em ê bi ser bikevin’
 
Gulsenê di dawiyê de wiha anî ziman: “Girtina siyasetmedaran nayê qebûlkirin. Em wek duh îro jî li hember vê helwestê ne. Em ê jin parastina xwe bikin, em ê li her qadê berxwedana xwe bidin û dengê xwe bilind bikin. Em li dijî van êrîşan tu car şûnde gavê navêjin. Em ê bi berxwedan û sekna xwe qezenc bikin.”
 
‘Ev polîtîkayek li hember têkoşîna gelê Kurd e’
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulîstan Baran jî bertek nîşanê van pêkanînan da û wiha diyar kir: “Ev polîtîkayek li hember têkoşîna azadiya jinên Kurd e. Polîtîkayên dewletê bi van jî sînor namîne. Li kolanê, malê û her derê ev polîtîkaya tên meşandin. Em vê polîtîkaya li hember hevala Salîha qebûl nakin û neheqiyek mezin e. Têkoşîna jinan li dijî van êrîşan wê her tim bidome.”