Xizma girtiyan: Divê her kes piştgiriyê bide Nobeda Edaletê

  • 09:13 13 Tebax 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Naciye Guçlu der barê Nobedên Edaletê yên xizmên girtiyan dane destpêkirin de axivî û da zanîn ku divê her kes piştgiriyê bide çalakiyan û girtiyên nexweş bên berdan.
 
Bi armanca girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan û şert û mercên girtîgehan bên sererastkirin li Îzmîrê di 12’ê Sibatê de Nobedeta Edeletê hat destpêkirin û didome. Dayika Ozgur Guçlu yê li girtîgeha Şakranê girtiye Naciye Guçlu derbarê Nobedên Edaletê de axivî.
 
Bi îfadeya şahidê veşarî 30 sal ceza
 
Naciyeyê da zanîn ku kurê wê Ozgur 11 sal in girtiye û çawa ketiye 18 salê xwe du roj şûnde hatiye binçavkirin û du sal şûnde jî derxistine dadgehê û got: “Li girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T ya Şakranê girtiye. Heyeta dadgehê di biryara ewil de 60 sal ceza dan kurê min. Li ser îfadeya şahidê veşarî hebû. Lê delîl tunebû. Şahid bi SEGBÎS’ê tevli bû. Îfadeyên wî ne wek hev bûn. Parêzeran jê pirsî û gotin ‘Du sal şûnde te çawa nas kiriye’. Şahid got ‘Belkî reng guheriye’. Me serî li DMME’yê da. Dadgerê dadgehê û çend kesên din ji ber di rêxistinbûna cemaetê de bûn hatin girtin. Piştre li Dadgeha Destûra Bingehîn biryar xera bû û ceza daket 30 salî.”
 
Bila bên berdan
 
Naciyeyê destnîşan kir ku her tim diçin girtîgehê û wiha bi lêv kir: "Em di hevdîtinan de naaxivin. Li wir zext hene. Em di hevdîtinan de dengê xwe derxin cezayên dîsîplînê didin. Ji bo her tiştî ceza didin. Jixwe bi dehan carî ceza dan. Ji bo yên tehliyeya wan hatine poşmaniyê ferz dikin. Lê mafê tehliyeyê jixwe hatiye. Hevalekî kurê min heye 10 sal cezayê wî qediyaye lê 6 meh in înfaza wî şewitandine.Yên cezayên wan qediyane bernadin. Hevalê wî Zana bernedan. Înfaza wî şewitandin."
 
‘Divê edalet serbixwe be’
 
Naciyeyê anî ziman ku ji ber nexweş e, nikare tevli nobeta edaletê bibe lê piştgiriyê dide û wiha destnîşan kir: “Ez nexweşa gurçika me. Hevjînê min nexweşê diyaliziyê ye. Em li Asarlikê rûdinin. Çûyîn û hatin zehmet e. Em ji ber vê nikarin tevli bibin. Abdullah Ece qetil kirin. Nexweşê 73 salî bernedan. Çima? Divê kurê min biçe nexweşxaneyê lê naşînin. Sê roj şûnde dane. Gelo edalet heye? Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Ger dayik derkevin kolanan wê edalet pêk bê. 40 sal in zilm heye. Çiqas zilmê bikin jî em ê rojekê bi ser bikevin.”
 
‘Divê her kes piştgiriyê bide’
 
Naciyeyê di dawiya axaftina xwe de got ku divê xizmên girtiyan piştgiriyê bidin Nobeda Edaletê û wiha dawî lê anî: “Rojekê dibe ku bê serê her kesî. Divê ne tenê dayikên girtiyan hemû dayik derkevin kolanan. Ne tenê Kurd divê her kes piştgiriyê bide.”