‘Girtiyê nexweş ê 73 salî dikare çi bike?’

  • 09:12 13 Tebax 2022
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Girtiyê nexweşê pençeşêrê Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku li nexweşxana Lêkolîn û Perwerdeyê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqereyê tê dermankirin tevî rewşa wî krîtîk e nayê tehliyekirin. Tevî rapora beşa onkolojiyê ya ‘ji sedî 80’ê nikare li xwe binêre’ Ehettîn girtiye. Zarokên wî gotin yekane daxwaza wan ev e ku bavê wan bê berdan û gotin kesekî 73 salî dikare çi bike?
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin giran dibin û herî zêde girtiyên nexweş ji vê bi bandor dibin. Li gorî daneyên meha Nîsanê ku ÎHD’ê weşandiye 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Her wiha bi girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî bi raporên ATK’ê nayên tehliyekirin. Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweşê pençeşêrê Ehettîn Kaynar ê 73 salî ye û li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqereyê tê dermankirin e.
 
Nayê tehliyekirin
 
Ehettîn di 2015’an de bi hinceta di Komîsyona Edaletê ya HDP’ê de cih girtiye li Îdirê hat di 2015’an de hat girtin û di 2017’an de hat berdan. Lê di Nîsana 2021’ê de ji ber cezayê muebeta lê hatiye birîn dîsa hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê. Ehettîn ku gelek nexweşiyên wî hene û bi pençeşêrê re têdikoşe nayê berdan.
 
Di encama serlêdana malbatê de derket holê
 
Ehettîn ji sê meh berê ji girtîgeha Edîrneyê surgunê girtîgeha Tîpa T ya Karabukê hat kirin û ji ber şertên girtîgehê û ji ber nehat dermankirin nexweşiya wî her çû giran bû. Piştî ku Ehettîn rewşa wî giran bû malbatê serî li dozgeriyê da. Li ser vê di 10’ê Tîrmehê de di kezeba Ehettîn de pençeşêr hat tespîtkirin û hat hînbûn ku pençeşêr derbasî organên din jî bûye.
 
Ji bo tehliyeyê serlêdan hat kirin
 
Ehettîn ev du hefte ye li nexweşxaneyê tê dermankirin û Ehettîn tenê bi destûra dozgeriyê dikare kesekî ji malbatê bibîne. Parêzeran ji bo tehliyekirina Ehettîn serlêdan kirin. Ji serlêdanan bersivek nehat girtin û zarokên wî xwestin bavê wan demildest bê berdan.
 
Keça wî Hîcran Çîga û Sidika Varli ji ajansa me re axivîn û gotin divê bavê wan demildest bê berdan.
 
Hîcran Çiga da zanîn ku bavê wan nikare tenê jiyana xwe îdame bike û got: “Her cara em çûn hevdîtinê rewşa bavê me giran dibû.  Me daxwazname da dozgeriyê. Em ketin hewldanê. Ji ber rewşa wî qet ne baş bû. Me ji serlêdanan encam negirt. Bavê min her diçû bê hêz dibû. Di vê rewşê de şandin girtîgeha Karabukê. Rewşa wî li wir giran bû.”
 
‘Kesekî 73 salî dikare çi bike?’
 
Hîcranê daxuyand ku bavê wê kesekî aştîxwaz bûye û wiha dawî lê anî: “Yekane daxwaza me berdana bavê min e. 73 salî ye. Gelo kesekî di wî temenî de dikare çi bike? Çi ji destê me bê em ê bikin. Em seranserê rojê li nexweşxwaneyê dimînin. Lê tenê du deqeyan em di camê de dibînin. Bavê min nikare tenê li xwe binêre. Onkolojiyê rapora ‘ji sedî 80’ê nikare li xwe binêre da. Qe nebe bila berdin em li derve lê binêrin.”
 
‘Peywira xwe nakin’
 
Keça wî Sidika Varli jî der barê mijarê de axivî û destnîşan kir ku yekane daxwaza wan ev e ku bavê wan bigihêje tenduristiya xwe û wiha bi lêv kir: “Em nikarin bavê xwe bibin nexweşxaneyê jî. Rewşa wî her diçe giran dibe. Bavê min dibêje hûn biçin malê. Em dixwazin bavê xwe jî bigirin û bibin. Me her tiştê xwe hiştiye û em hatine Enqereyê. Ne wezareta tenduristiyê ne jî hikûmet peywira xwe naynin cih.”