Parêzer Cevahîr Agrali: Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin

  • 09:40 10 Tebax 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Cevahîr Agralil a OHD’yî da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran tên jiyîn û sedema mirinên biguman jî polîtîkaya zext û binpêkirinên li girtîgehan e.
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin giran dibin û herî zêde girtiyên nexweş ji vê bi bandor dibin. Li gorî daneyên meha Nîsanê ku ÎHD’ê wşandiye 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Her wiha girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî bi raporên ATK’ê nayên tahliyekirin. Malbatan li ser vê ji bo girtiyên nexweş bên tahliyekirin li Amed, Stenbol û Îzmîrê Nobedên Edaletê dan destpêkirin. Bêdengiya li dijî çalakiyan didome.
 
Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Cevahîr Agrali der barê nexweşan de axivî.
 
‘Sedema mirinan zext in’
 
Cevahîrê destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên girtîgehan bi pandemiyê re zêde bûne, mafê tenduristiyê hatiye astengkirin, di vê pêvajoyê de dermankirina girtiyan asteng bûye. Cevahîrê wiha vegot: “Sedema mirinên li girtîgehan zext û astengkirinên mafên tenduristî û jiyanê ye. Di mirinên biguman de piranî girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Her wiha li gelek girtiyan jî întîxarê ferz dikin.”
 
‘Bi zorê lêgerîna tazî tê kirin’
 
Cevahîrê her wiha da zanîn ku girtiyên nexweş bi kelepçeyê derman dikin û ev li dijî hiqûqê ye û wiha bi lêv kir: “Ji ber girtî dermankirina bi kelepçe naxwazin di aliyê tenduristiyê de jî pisgirêkên cidî tên jiyîn. Lêgerîna tazî li girtiyan ferz dikin. Her tim bi ser qawişan de digirin. Wan terkî mirinê dikin. Zexta psîkolojîk dikin.”
 
‘Wijdan birîn kirin’
 
Cevahîrê diyar kir ku divê girtiyên nexweş û temenê wan derbas bûne bên dermankirin û pêşiya tahliyeya wan bê vekirin û got: “Girtiyên nexweşên giran ên ku temenên wan pêş ketine hene. Yek ji van jî Mehmet Emîn Ozkan, Makbûle Ozer, Hadî Ozer û Aysel Tugluk e. Ev girtî nikarin hewcedariyên xwe bînin cih. Mehmet Emîn Ozkan nikare bimeşe. Tevî vê bi kelepçeyê dibin nexweşxaneyê. Van dîmenan wijdan birîn kirin. Girtiyên di hucreyê de dimînin tenduristiya wan xerab dibin. Piranî mirinên biguman di hucreyên yek kesî de tên jiyîn. Girtî ji ber şertên hucrê întîxar dikin. Ber bi mirinan ve dibin. Divê ev binpêkirinên mafan demildest ji holê bên rakirin.”