MKGP: Di 7 mehan de jinên rojnameger bi 161 binpêkirina mafan rû bi rû man

  • 13:15 8 Tebax 2022
  • Rojane
AMED - MKGP'ê bal kişand ser binpêkirina mafan a li dijî rojnamgerên jin û got:"Di 7 mehan de jinên rojnameger bi 161 binpêkirina mafan rû bi rû man."
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), di 8'emîn salvegera qetilkirina rojnameger Deniz Firat de rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin li Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) eşkere kir. Li eywana daxuyaniyê pankarta "Çapemeniya azad nikare bêdeng bê hiştin" hatibû daliqandin. Kurdiya raporê ji aliyê Berdevka MKGP'ê Roza Metîna ya bi tirkî jî ji aliyê Rojnameger Habibe Eren ve hat xwendin. 
 
'Deniz Firat, bi pênûsa xwe re dilsoz, ji kameraya xwe rêheval bû'
 
Rozayê bi lêv kir ku Deniz Firat lêgerîna heqîqetê bû û wiha got:"Îro 8'ê Tebaxê ye. Îro salvegera qetilkirina Rojnameger Deniz Firat e. Deniz Firat di dema êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî Mexmûrê de hat qetilkirin. Berî vêya 8 salan di 8'ê Tebaxa 2014'an de Deniz Firat dema ji eniya pêş şerê bi DAÎŞ'ê re dişopand jiyana xwe ji dest da. Deniz Firat, bi pênûsa xwe re dilsoz, ji kameraya xwe rêheval û lêgerîna heqîqetê bû. Ew şoreşgerek bû. Jiyana Denizê ji zarokatiya wê heta mezin bû bi zor û zehmetiyê derbas bû. Piştî şerdên zehmet ên penabertiyê Denizê pîşeyeke zor a wekî rojnamegeriyê hilbijart. Denizê heta hilma xwe ya dawiyê li eniya pêş a şer bû, kameraya wê li milê wê, pênûsa wê di destên wê de, hewl dida rewşa kurdan û şerdên zor ên penabertiyê bi cîhanê bide bihîstin. Dengê wê yê bi kelecan ê dema beşdarî televizyonê dibû û nûçe radigihand, hîn tê ber guhên me. Em Deniza ku şopdarê Mûsa Anter û Gurbeteli Ersozan bû bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê wekî paşhatiyên Denizan dewam bikin ku li dû rastiyan biçin. Di nava şerdên dijwar de jî em ê kameraya xwe di qeydê de bihêlin, pênûsa xwe bi kar bînin û bidomînin ku gotina xwe bêjin." 
 
'Rojnamegerên jin li qadan bêtir zehmetiyê dibînin'
 
Rozayê da zanîn ku jinên rojnameger li qadan bêtir zehmetiyê dibînin û wiha pê de çû:"Wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê em rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin a 7 mehan bi munasebeta salvegera Deniz Firat bi raya giştî re parve dikin. Em wekî rojnamegerên binpêkirina mafan dişopînin û dikin nûçe demek e dirêj e ku binpêkirina mafan dişopînin û dikin rapor. Zext, sansura li dijî rojnamegeran her diçe zêde dibin. Rojnameger bi gefxwarina girtîgeh, darizanin û tundiyê rû bi rû dimînin. Rojnamegerên jin li qadan bêtir zehmetiyê dibînin." 
 
'26 rojnameger hatin binçavkirin'
 
Rozayê bal kişand ser binpêkirina mafên li dijî rojnamegerên jin û wiha dewam kir:"Li gor rapora ku sûd ji agahiyên sîteyên nûçeyan ên herêmî û neteweyî girtiye herî kêm 161 binpêkirina mafan li dijî rojnamegerên jin pêk hatine. Di nava 7 mehan de herî kêm 18 rojnameger dema li qadan nûçe dişopandin, bi êrişa fîzîkî ya polîsan rû bi rû mane. Her wiha li qada medyaya sanal bi gotin û heqaretên zayendperest ên mêran rû bi rû mane. Li 14 rojnamegeran tundî hatiye kirin, dema 6 rojnamegeran pîşeya xwe kirine jî gef li wan hatine xwarin. Bi ser mala 10 rojnamegeran de hat girtin, 26 rojnameger hatin binçavkirin, destdirêjî li dijî rojnamegerekê hat kirin. Mafê 31 rojnamegeran ê şopandina nûçeyan a li qadan hat astengkirin. Her wiha mafê rêwîtiyê yê rojnamegerekê jî hat astengkirin. 6 rojnameger ji ber faliyetên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin. Ajantî li ser rojnamegerekê hat ferzkirin, rojnamegerek jî ji ber zarok anî dinê, ji kar hat derxistin."  
 
'Li 12 rojnamegeran cezayê girtîgehê yê 23 sal, 10 meh  û 27 rojî, hat birîn'
 
Roza wiha dewam kir:"Ji ber faliyetên pîşeyî derbarê 10 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin û derbarê 12 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. Li 12 rojnamegeran cezayê girtîgehê yê 23 sal, 10 meh  û 27 rojî, hat birîn. Di heman demê de jî li 4 rojnamegerî cezayê pere yê 190 hezar û 250 TL'yî hat birîn. Di çarçoveya 73 dosyayên hatine vekirin de darizandina 105 rojnamegerî dewam kir. Hîn herî kêm 10 jinên rojnameger li girtîgehên cuda yên welêt girtîne. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dibêjin bila hemû rojnameger bi awayekî azad bikaribin karê xwe bikin û hevalên me yên ku bi awayekî neheq û bê sûc di girtîgehan de ne demildest bên berdan. "