Li dijî astengiya konê şînê: Em ê li ser şopa zarokên xwe bin

  • 09:01 8 Tebax 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Piştî nasnameya Veysel Bagir ê ku di sala 2016’an de li Avaşînê jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin konê şînê hat dayîn. Di roja duyem de ji hêla qeymaqem ve hat astengkirin û dayika wî Havva Bagir, got: "Destûrê nadin ku em şîna xwe bikin. Neheqiye li me dikin. Ji ber ku em kurd in ev tişt li me dikin. Lê ez ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe bim. Tu carî ji vê rêyê venagerim."
 
Arteşa Tirk, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişê li herêma Avaşîn, Zap û Metîna ya Herêma Federal a Kurdistanê dike. Di 28'ê tebaxê de hat diyar kirin ku Veysel Bagir ê bi nasnav (Kajiyan Lice) di sala 2016'an de li Avaşînê jiyan xwe ji dest daye. Piştî agahiyê malbata wî li Mala Şînê ya Karahasan a Navçeya Licê ya Amedê konê şînê danî. 2 roj şûnde qeymaqemê navçeya bi hinceya “Gilî” heye, destûrê neda malbat şîna xwe bidomîne û li ser vê yekê malbatê şîna xwe li mala xwe danî. 
 
Veysel Bagir 7 xwîşk û birane û li Licê tê dinê. Veysel di temenê biçûk de têkoşîna azadiyê nas dike. Veysel di temenê xwe yê zarokatiyê de bêyî malbata xwe tevlî xebatan dibe. Piştî komkujiya li navçeya Pîrsûsa Rihayê di sala 2015’an de tevlî PKK’ê dibe. Di sala 2016’an de li Avaşînê di encama pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dide.
 
Dayika Veyselê, Havva Bagir (57) der barê taybetmendiya kurê xwe û astengiya li hemberî şînê de axivî. 
 
‘Rûyê wî her tim bi ken bû’
 
Havva, anî ziman ku kurê wê ji zarokatiyê heta ciwantiya xwe zarokek jêhatî û bi ken bûye û got: “Veysel dema hîn pitik bû zarokek gelek xweşik bû. Ji zarokatiya xwe heta ciwantiya xwe rûyê wî tim bi ken bû. Lê kurê min dema pitik bû nexweşiya sarayê ket. Me wî bir nexweşnaxeyê û bijîjkan got nexweşiya wî ya sarayê heye. Piştî bi dem bi ser ve derbas bû kurê min baştir bû û ew nexweşiya wî derbas bû. Kurê min tu carî dilê min neêşand. Di dibistanê de zarokek gelek zane bû. Ji ber ku rûyê wî tim biken bû hîn kesan vê tiştê şaş fêm dikirin. Kurê min di her karî de xebitî. Navbera kurê min û hevalên wî gelek başbû. Ji zarokan re zarok û ji mezinan re mezin bû. Tu carî dilê hevalê xwe nedişkand. Kurê min her tim digot ‘Dayê ez naxwazin dilê tu kesî û heta ya cûkek jî j imin bîmîne’. Li Licê dilê tu kesî ji xwe nedihîşt. Gelê Licê gelek kurê min hez dikir. Tu carî bi hevalê xwe re nedixeyîdî.”
 
‘Ew rêhevalê min bû’
 
Havva, da zanîn ku Veysel tu carî ji civakê re û hevalên xwe re xirap neaxiviye û wiha axivî: “Ew ne tenê kurê min bû. Her wiha rêhevalê min bû. Dema ez aciz bibûma dihat min hembêz dikir û min maçî dikir. Em bi hevdû re wek heval bûn. Me her tim sohbet dikir û ji min re behsaa meseleyan dikir. Kurê min tu carî zilmê û neheqiyê qebûl nedikir. Dema kurê min diçû dibistanê dikeniya mamosteyên wî ji ber kenê wî digotin henekê xwe li me dike. Kurê min kesek gelek jêhatî bû. Kurê min tevlî xebatên partiyê bibûya jî tu agahiya me jê çênedibû. Ji ber ku ji me re tu tişt nedigot. Piştî ku kurê min tevlî têkoşînê bû min qet nedît. Hesreta kurê min di dilê min de bû birîn" 
 
Li dijî Komkujiya Pîrsûsê tevlî têkoşînê bû 
 
Havva, bal kişan ser tevlîbûna kurê xwe û got ji ber hêrsa wî ya li hember Komkûjiya Pîrsûsê gelek mezin bû tevlî têkoşînê bû û wiha bi lêv kir: "Kurê min di televîzyonê de dît ku 34 kes hatine qetilkirin. Min qet kurê xwe di wê rewşê de nedîtibû. Kurê min dema dîmen dît gelek aciz bû û gelek bi hêrs bû. Cara ewilî hersa xwe bi min û birayê xwe anî. Wê şevê saet 12’yan de ji mal çû û carekedin venegeriya. Ji xwe demek dirêj me jê agahî negirt û piştre em hîn bûn ku çûye. Emniyetê gelek caran bang li me kir û pirsa wî kirin. Par dîsa bang li min kirin û pirsa kurê min kirin. Wêneyekî nîşanê min dan û gotin ev kurê we ye û navê wî yê dinê Kajiyan e. Ew qas dem piştre ez hîn bûm ku kurê min şehît ketiye. Min dixwest rojekî hema dengê wî bibihîzim.”
 
‘Kurê min ji bo gelê xwe canê xwe feda kir' 
 
Havva, destnîşan kir ku kurê wê ji bo gelê xwe tevlî têkoşînê bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Komkujiya li Pirsûsê bandorê li wî kir û ew ji bo gelê xwe berê xwe da çiyê. Kurê min ne ji bo dayik, bav û birayê xwe, ji bo gelê xwe çû û li çiyayên Kurdistanê li ber xwe da. Ez bi kurê xwe serbilindim. Rêya wî rêya şeref û namûsê ye. Kurê min diziyê nekiriye, tiştek xirap nekiriye. Em bi wî serbilindin. Ji bo gelê xwe canê xwe feda kir.” 
 
'Nahelîn em şîna xwe bigirin' 
 
Havva, destnîşan kir ku wê di 28’ê tirmehê de hînbûye ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha bi lêv kir: “Piştre me li mala şîna xwe danî. Roja yekem û duyem tu pirsgirêk tunebû. Roja sêyem bû Qeymaqemê navçeyê bi hinceta gilî heye ji me re gotin şîna xwe rakin. Ji bo ku pirsgirêk û nîqaş dernekevin me şîna xwe di mala xwe de berdewam kir. Polîsan tiştek negot, lê qeymeqam astengiyê derxist. Em vê bê hiqûqiyê qebûl nakin. Tehemûlê şîna me nakin. Bi awayek kêyfî asteng kirin. Hem zarokên me dikûjin û hem jî destûrê nadin ku em şîna xwe bikin. Neheqiye li me dikin. Ji ber ku em kurd in ev tişt li me tê kirin. Sûcê me bi tenê kurd bûne.”
 
‘Êrişê goristanan dikin' 
 
Havva, her wiha bal kişand ser êrişên li hemberî cenazeyan û got: "Êrişê goristanên me dikin û kêlikan dişkînin. Ev zilm bi salane didome. Çi ji gorên zarokên me dixwazin. Me çi bi wan kiriye? Ji xwe zarokên me şehît ketine. Ew çi ji zarokên me dixwazin. Tehemûla gorên zarokên me nakin. Wek dayikek ez ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe bim. Tu carî ji vê rêyê venagerim. Li hember van êrişan divê tu kes bêdeng nebîne.”
 
‘Bila êdî dilê dayikan neşewite' 
 
Havva, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê: “Her wiha îro bi hevkariya PDK'ê Tirkiye êrişê çiyayên me dike. Çi ji çiyayên me dixwazin. Barzanî çawa vê xiyanetê li Gelê Kurd dike. Ew bi xwe jî kurd e. Bi balafiran û çekên kîmyewî êrişê çiyayên me dikin. Barzanî bila ji vê rêyê vegere. Dev ji vê komkujiyê berde. Kurê min li Avaşînê şehît ket. Dilê min şewitî bila dilê tu dayikek dinê neşewite. Bila Erdoan û Barzanî dawî vê şerê bînin. Em şer naxwazin. Êdî bes e bila dilê dayikan neşewite."