Ji bo mîtînga li Kartalê bang: Em ê li dijî şer bibin yek

  • 09:07 6 Tebax 2022
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Semîha Şahîn ya HDP’î ji bo mîtînga HDP’ê ya "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" bang kir û got: “Em ê bi gelê xwe re li dijî xizanî, şer û binpêkirinê, hêza çareseriyê ya HDP tîne ziman nîşan bidin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Stenbolê bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan wê sibê li Qada Kartalê mîtîngekê pêk bîne. Bi hefteyane xebat didomin û beriya mîtîngê li 39 navçeyan parlamenter û nûnerên partiyê li kolan û taxan geriyan gel vexwendiyê mîtîngê kirin.
 
Mîtînga ku wê gelek sazî, pêkhate û rêxistinên demokratîk tevli bibin wê bernameya muzîkê jî têde hebe. Endama Partiya Meclîsê û endama Meclîsa Jinê ya HDP’ê Semîha Şahîn der barê mîtîngê de nirxandin kir.
 
‘Çar alî di bin êrişê de ye’
 
Semîha Şahîn da zanîn ku piştî 5’emîn Kongereya HDP’ê ya di 3’ê Tîrmehê de pêk hatiye êrişên li hember partiyê zêde bûne û gel di kongreyê de peyam daye HDP’ê. Semîhayê wiha vegot: “Gel, kedkar û karkerên ku pirsgirêkên herî giran li ser vê erdnîgariyê dijîn xestin gotina li qadan bînin ziman. Li her çar alî erdnîgariyê şer û êriş hene. Di heman demê de krîzeke mezin a aboriyê tê jiyîn.”
 
Rastiya şer ya ku bandor li ser hemû gelan dike
 
Semîhayê bakişand ser şer û got şer dibe sedema gelek krîzên li welat û wiha bi lêv kir: “Rêjeya enflasyona ku TUÎK’ê aşkerakiriye gihiştiye ji sedî 80’ê. Lê rêjeyên saziyên serbixwe gihiştiye ji sedî 150’yî. Gel ji ber enflasyonê nikarin tu tiştekî bigirin. Her roj bi zema nû şiyar dibin. Li aliyê din berxwedanên karkeran hene. Karker nikarin bermaberê keda xwe bigirin. Ev xizanî û krîz talana hemû qadan jî bixwe re tîne. Komkujiya darazan, HES û qadên ji rantê re hatine vekirin hene. Siyaseta talanê tê meşandin.”
 
‘Em dixwazin hêza çareseriyê ya HDP’ê nîşan bidin’
 
Semîhayê balkişand ser êrişên li hember Herêma Federal a Kurdistanê û Sûriyeyê û axaftina xwe wiha domand: “Bi mîlyonan kes ji ber êrişan koçber bûn. Em dixwazin rastiya gelê ku van pêkanînan, şer û pêvajoya dijwar qebûl nake nîşan bidin. Em dixwazin bi mîtîngê hêrs û daxwazên gel bînin ziman. Tişta ku mîtîngên me ji yên din cuda dike ev e. Em bixwazin bi gelê xwe re  li dijî xizanî û şer hêza çareseriyê ya HDP’ê bînin ziman.”
 
Wê bibin dengê Aysel Tugluk
 
Semîhayê her wiha got wek Meclîsa Jinan a HDP’ê wê ew jî di mîtîngê de gotina xwe bêjin û wiha pê de çû: “Em ê ji kuştinên jinan re bêjin na. Em ê hêrsa xwe li dijî pergala serdest ya mêr, li dijî bariyetên dewleta mêr bînin ziman. Em ê li dijî bindestî û îşkencê gotina xwe bêjin. Di heman demê de em ê bibin dengê Aysel Tugluk. Em bandora şer ya li ser jinan îro ji şîdeta li ser jinan dibînin. Jİn zêdetir li dijî şer bi bertekin. Mîtîng qada hêrsê ya li dijî şîdeta mêr-dewletê ye.”
 
Li dijî şer bibin yek
 
Semîhayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li hemû jin, karker û kedkaran dikim ku li djî şer û binpêkirinê bi HDP’ê re ligel hev cih bigirin. Em dibêjin ku çareserî em min. Em ne bêçare û bê hêvîne. Gelek tiştên em bikin hene. Em bertek, hêrs û daxwaza xwe di 7’ê tebaxê de saet di 17.00’an de li Qada Kartalê bînin ziman. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî mîtîngê bibin."