'Bi destê dewletê komkujî tên teşwîqkirin'

  • 09:05 6 Tebax 2022
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Sekretera Giştî ya Meclîsa Jinan a Komeleya Pîr Sultan Abdal Rukiye Kara bertek nîşanê berdana du gumanbarên ku êrişên saziyên Elewî û malên cemê kiribû, da û da zanîn ku êrîş bi çend kesan nayê kirin, dewlet komkujiyan teşwîq dike.
 
Li Enqereyê di roja ewil a Rojiya Muharremê de li hember Mala Cemê ya Fatma Ana, li hember Mala Cemê ya Şahi Merdan, Komeleya Gokçebel a Gund û Weqfa Turkmen Alewî Bektaşî  di 31’ê tîrmehê de bi awayekî hevdem êriş pêk hat. Di daxuyaniyên hatin dayîn de jî hat gotin ku êriş jialiyê kesekî ve hatiye kirin û hêzên pişt êrişê veşartin.
 
Piştî êrişê ji aliyê serdozgeriya komarê ya Enqereyê ve lêpirsîn hat destpêkirin û Çagdaş Can Bardakçi, Baver Gul û Ahmet Ozan Karaca hatin binçavkirin û piştî çar roj binçavkirinê Ahmet Ozan Karaca hat girtin û Baver Gul û Çagdaş Can Bardakçi cezayên hepsa malê danê û berdan. 
 
Sekretera Giştî ya Meclîsa Jinan a Komeleya Pîr Sultan Abdal Rukiye Kara der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Rukiyeyê destnîşan kir ku êrişên li hember elewiyan her tim hebûn û ji ber elewî demokrasiyê dixwazin her tim bûne hedefa êrişan û wiha vegot: “Berxwedan zîhniyeta tarî nerehet dike. AKP îdeolojiya paşverû diparêze. Me komkujiyên Mereş, Sêwas, Koçgirî jiyan. Ev ne êrîşên nû ne.
 
‘Di bin kontrola dewletê de tên kirin’
 
Rukiyeyê, destnîşan kir ku polîtîkayên AKP’ê êrişkariyê xwedî dike û wiha dirêjî dayê: “Sê ciwan di bin kontrola dewletê de êrişê dikin. Niha jî hincetên wek hişbir bikar dianînin derdixin pêş. Lê em li dijî vê bêdeng namînin. Em dest ji têkoşînê bernadin. Em her tim di têkoşînê de ne. Desthilatdarî ne tenê li hember elewiyan li hember hemû zindiyan, daristanan axê dijmine. Desthilatdarî ji ronahiyê ditirse. Em ax, çem, darên vê axê ne. Ev ax ya me ye. Li hember mirovên jiyana xwe ji dest didin rêzdarî tune. Dewlet bi kanalên xwe hewl didin Elewiyan asîmîle bikin.”
 
‘Êrişkar çawa hatiye heta vir?’
 
Rukiyeyê anî ziman ku AKP li ser ciwan û kalên elewî polîtîkayên cuda dimeşîne û got: “ 300 kalên me vexwendiyê hecê. 400 ciwanên me vexwendiyên Haci Bektaşî Velî kirin. Çima Diyanet vexwendî nake çima wezareta turîzmê dike? Asîmîleyê ji vir didin destpêkirin. Piştî van vexwendiyan me nivîsek parve kir. Êriş jî piştî vê pêk hatin. Piştî me ew nivîs parve kir êrişkar ji Îzmîrê tê. Mala Cemê ya Şahî Merdan li cihekî pir cudaye. Kesekî wê derê baş nizanibe nikare wisa rehet bibîne. Lê wî nokteya ku elewî lê dijîn fêr kiriye. Gelo ev çawa fêr kiriye. Gumanbar bi tena serê xwenikare vê êrişê bike. Ez biryara darazê jî şermear dikim. Bi destê dewletê komkujî tên teşwîqkirin. Lê ev welat wê li dijî vê tarîtiyê serî netewîne.”