Ji Dêrsim Dag banga tevlîbûna mîtîngê: Em ê desthilatdariya wan hilweşînin

  • 13:15 5 Tebax 2022
  • Ramyarî
AMED - Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP'ê Dêrsim Dag, banga tevlibûna mîtînga ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin kir û got: "Em li vir bang li hemû ciwanan dikin ku  werin em hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û li dijî yên ku we bê paşeroj û bêhêvî dihêlin, yên ku we ji nedîtî ve tên û yên ku we nas nakin, em têkoşîna xwe di qada siyaseta demokratîk de mezin bikin.”
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag li Navenda Şêwirmendiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Dêrsim, di destpêka axaftina xwe kesên Komkujiya Êzidiyan a 3'yê Tebaxa 2014'an de di encama êrişên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Di fermana 74’emîn a êzidiyan de zêdeyî 6 hezar jin û zarok dîl hatin girtin û bi hezaran jî hatin qetilkirin. Ev zîhniyeta dijminatiya jinê di her warê jiyanê de li Tirkiyeyê jî xwe dide der.”
 
‘Ev rêbaza îşkenceyê ye’
 
Dêrsim, bertek nîşanî cezayê dîsîplînê ya li siyasetmedarên Ayla Akat Ata û Ayşe Yagci yên ku ji Doza Kobanê tên darizandin, bi hinceta ku di hevdîtin vekirî de hevdu slav kirine hatiye dayîn, bertek nîşan da û wiha axivî: “Mînaka herî eşkere û dawî ya faşîzma AKP'ê yê.”
 
Dêrsîm, derbarê Aysel Tûglûk a ku nexweşa demansê ye di Doza Kobanê de bi zorê hat xwestin ku parastina xwe bike de axivî û wiha bi lêv kir: “Aysel Tûglûk a nexweşa demansê ye û di Doza Komploya Kobanê de girtî ye, bêyî ku parêzerê xwe nas bike, bi zorê îfade jê hat xwestin û ev jî rêbazeke îşkenceyê ye. Ev rewş ji îşkenceya ku Esat Oktay di salên 80'î de li Zindana Amedê kir, wêdetir e. Ev xala herî dawî ya êrişên polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li hemberî jin û mînakên li dijî kurdan û girtiyên siyasî yên li girtîgehan e. Ji vir em bang li daraza AKP û MHP’ê dikin; di serî de Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş pêwîste di zûtirîn dem de bên berdan. Ev rêbaza îşkenceyê ye, sûc e, sûcê mirovahiyê ye.”
 
'Li 11 bajaran turnuvayên futbolê organîze dikin' 
 
Dêrsim, bal kişand ser astengiyên li pêş turnuvaya futbolê ya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve ji bo bîranîna Kemal Kurkut hatiye lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta AKP û MHP’ê bi awayekî sîstematîk polîtîkayên xwe yên şerê taybet ku dimeşîne, li dijî van polîtîkayên şerê taybet hewl dide xebatên Meclîsa me ya Ciwanan îlegalîze bike. Di çarçoveya kampanyaya ku me bi şîara 'Em tiryakê bişkînin, em jiyaneke nû ava bikin' li dar xist û ji aliyê gel ve ji nêz ve tê şopandin û em li 11 bajaran turnuvayên futbolê organîze dikin. Em vê turnuvayê ji bo bîranîna Kemal Kurkut li dar dixin. Turnuvaya futbolê ya ku em her sal bi kevneşopî organîze dikin her sal tê îlegalîze kirin, bi astengî û zextên cur bi cur re rû bi rû dimînin. Ev her wiha di sala 2017’an de li Amedê Kemal Kurkut ê ku hat qetilkirin jî îlegalîze dikin. Em bi îdiaya ku bikaranîna navê Kemal Kurkut ‘propagandaya rêxistinê ye’ re rû bi rû man."
 
Dê ciwan zû yan dereng hesabê bipirsin
 
Kemal Kurkut ê di sala 2017’an de bi guleya polîsan hat qetilkirin bê ceza ma, hikûmeta AKP-MHP'ê Kemal Kurkut weke 'terorîst' îlan dikin. Di çalakiyê de pankarta li Gazîosmanpaşaya Stenbolê hat vekirin û tê de tê gotin ku wê hesabê komkujiyên Zaxo û Roboskî bên pirsîn wek hincet nîşan dan, 11 hevalên me yên beşdarî turnuvayê bûn di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin. Em li vir careke din dibêjin, hem yên komkujiya Roboskî û hem jî yên komkujiya Zaxo pêk anîn, zû yan dereng wê li pêşberî hiqûqê hesabê bidin. Dê ciwan zû yan dereng hesab bipirsin.”
 
Ji bo mîtîngê bangawazî
 
Dêrsim, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser mîtînga ku dê sibê li Amedê û di 7’ê Tebaxê de jî li Stenbolê bê lidarxistin: “Em dibêjin ku li hemberî kesên ku ciwanan bê paşeroj dihêlin, destdirêjî, qetilkirin û tundiya li dijî jinan, xîzaniyê gelan em dibêjin çareserî li cem me ye. Em dibêjin çareserî di têkoşînê de, di rêxistinbûnê de, di gelan de, di jinan de, di ciwanan de ye. Em careke din li vir in dibêjin di serî de wek ciwan û hemû kesên ku ji desthilatdariya AKP û MHP’ê nerehetin, em hemû kesên ku dibêjin 'Wê bi vî rengî neçe, em li dijî şer, birçîbûn û xizaniyê' vedixwînin mîtîngên ku em ê sibe û yekşemê li dar bixin.”
 
Ji bo ciwanan bangawazî
 
Dêrsim wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ku dixwazin ciwan û jinên ku ji qada siyaseta demokratîk qedexe bikin, wê dawî li desthilatdariya AKP û MHP’ê bînin û desthilatdariya wan hilweşînin. Li vir em bang hemû ciwanan dikin;  werin em hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û li dijî yên ku we bê paşeroj û bêhêvî dihêlin, yên ku we ji nedîtî ve tên û yên ku we nas nakin, em têkoşîna xwe di qada siyaseta demokratîk de mezin bikin.”