Rojnamegerên jin: Em ê şîdetê her tim teşhîr bikin

  • 09:06 5 Tebax 2022
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Rojnameger Melîs Cîddoglu û rojnameger Emel Vura ya bi şîdeta polîsan re hatin rû hev, diyar kirin ku zextên li hember rojnamegerên muxalîf zêde dibin û bang kirin ku divê rojnameger bi hev re di nav piştevaniyê de bin.
 
Zextên li ser rojnamegeran roj bi roj zêde dibin û hîna jî 77 rojnameger girtîne. Li Enqeyê rojnamegerên ji bo girtina 16 rojanemgeran daxuyanî dan, rastî şîdeta polîsan hatin û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Denîz Nazlim, rojnameger Sîbel Yukler û Yildiz Tar hatin binçavkirin. Dîsa li Enqereyê li hember kesên ku xwestin meşa rumetê pêk bînin êrîş pêk hat û nûçegîhana ajansa MA Emel Vural hat derbkirin û rojnamegera KosGL.org Asli Alpar ji çima xwe birîndar bû. Der barê biryara redkirina rawestandina Peymana Stenbolê de jî li Qada Sakaryayê hat xwestin ku daxuyaniyek bê dayîn û polîsan mudaxale kir. Di mudaxaleyê de nûçegîhana PÎRHA Melîs Cîddîoglu, kameramana ARTI TV û nûçegîhana MA Emel Vural rastî şîdeta polîs hatin.
 
Melîs Cîddîoglu û Emel Vural der barê şîdeta li hemberî rojnamegeran de axivîn.
 
Melîsê da zanîn ku ji bo şopandina daxuyaniyê çûne Qada Sakaryayê û got polîsan tevî kamera destê wan de bûye gotine hun çapemenîne û got: “Gotin hûn çima li vir in. Me got daxuyanî heye em li vir in. Gotin hûn nikarin bişopînin. Gotin cihê daxuyaniyê Kolana Adakale ye. Me jî got agahî nehatiye ji me re. Polîsan xwest me ji qadê dûr bixe. Sedema vê jî ev bû ku şîdeta polîsan neyê kişandin. Lİ Enqere û Stenbolê êrîşên li hember rojnamegeran zêde bûne. Li Enqereyê nahêlin kes tevli çalakiyan bibe. Em vê baş hîs dikin. Em rojnameger divê karê xwe bikin. Em tên cihê bûyerê. Em sedema durxistinê dipirsin. Em dibêjin ev ne hiqûqiye. Lê bersiv jî nadin.”
 
Banga piştevaniyê
 
Melîsê diyar kir ku girtin û binçavkirin zêde bûne û balkişand ser qelsiya piştevaniya di navbera rojnamegeran de û wiha dawî lê anî: “Em dikarin piştevaniya navbera xwe de xurt bikin û li dijî êrişan têbikoşin. Qe nebe em bibin yek wê barîkat jî bên şikandin.”
 
‘Zêdetir mudaxaleyên çalakiyên jinan dikin’
 
Emel Vural jî der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û wiha dirêjî dayê: “Em di daxuyaniya çapemeniyê ya li Qada Ulus ya ji bo 16 rojnamegeran hat dayîn de rastî şîdeta polîsan hatin heman rojê xwestin meşa Rumetê jî pêk bînin. Lê polîsan dîsa kes ji Parka Kugulu derxistin. Me jî ji ber karê me bû xwest karê xwe bikin. Lê mudaxale kirin. Gaz avêtin gel û kelepçe kirin. Polîsan êrîşê min jî kirin. Gaz avêtin ruyê min. 45 deqeyan min nikaribû bîhna xwe bigirim.”
 
 
 
‘Li dijî rojnamegerên muxalîf zext zêde bûn’
 
Emelê axaftina xwe wiha domand: “Jinên KESK’ê li dijî biryara Daniştayê ya ji bo Peymana Stenbolê xestin daxuyaniyê bidin. Tevî ku hîna daxuyanî nehatibû destpêkirin mudaxaleyên rojnamegeran kirin. Di çalakiya jinên KESK’î de mudaxaleyên rojnamegeran kirin. Herî zêde rojnamegerên muxalîf hebûn. Yên alîgir ji xwe van çalakiyan naşopînin.  Tevî hemû êrîşan rojnamegerên muxalîf karê xwe dikin. Wekê ku kuştinên jinan polîtîkin êrişên li hember jinan jinan jî polîtik in. Tevî zextan û şîdetê em ê bêyî tirs karê xwe bikin.”