Dayikên Aştiyê: Li dijî tecrîd û zilmê tifaqbûn hewce dike

  • 09:02 5 Tebax 2022
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bal kişandin li ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku divê kurd li dijî tecrîdê rabe ser piyan û li hemberî zilm û zextan jî tifaq bin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Ataş li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tên ragirtin. Parêzerên Abdullah Ocalan Omer, Hamîlî û Veysî ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. 
 
Parêzeran di 22’yê mijdara sala 2021’ê de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’yê cotmeha 2021’ê de li Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir. Lê derheqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir. 
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Her wiha Abdullah Ocalan, yekemîn car karîbû di 27’ê nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Dîsa ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Abdullah Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû, lê belê axaftin di nivî de hat qutkirin. 
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî tecrîdê didomin. Endamên Dayikên Aştiyê yê Şirnexê derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Em azadiya serokê xwe dixwazin' 
 
Emîne Alkiş, diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de zilmê li Gelê Kurd dikin û wiha axivî: “Pêwiste Abdullah Ocalan bi malbat û parezêrên xwe re hevdîtinê bike. Ew mafê hemû girtiyan e. Lê Abdullah Ocalan ev 23 sal in di bin tecrîdek giran de ye. Dinya vê yeke dizane û lê çavên xwe girtiye û ker û lal e. Dema mijar dibe kurd her tim xwe paşve dikişînin. Em doza mafê xwe dikin û azadiya serokê xwe dixwazin. Em vê îşkence û tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyan qebûl nakin.”
 
‘Divê kurd tîfaq bin' 
 
Emîne, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya yekitiyê: "Bi talan, komkujî û rûxandinê armanc dikin ku kurdan biqedînin. Lê ligel van hemûyan divê kurd jî li dijî êrişan destê xwe bide destê hevdû. Li hemberî me dijminatiyeke mezin heye, lê belê heta em kurd tîfaqa xwe ava nekin ew zilma li ser me naqede. Em tenê bi tîfaqê û bi têkoşîna dikarin bi ser kevin. Baweriya min bi serkeftinê heye. Em li pey doza xwe ne û hêviya me li tu dewletan nîne. Dewlet bi hemû hêza xwe êrişê li me dike. Axa me dagirdikin, çiyayên me dişewitînin, darên me dibirin, milletê me dikujînin. Ev zilm e û wê heta kengê wisa berdewam bike. Em vî zilmê qebûl nakin.”
 
‘Divê serokê me di nava gelê xwe de be' 
 
Taybet Tatli di axaftina xwe de hem mijara hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi Dewleta Tirk re û hem jî tecrîdê nirxand û got: "Divê di serî de tecrîda li hemberî serokatiyê bê rakirin. Pêwiste ku serokatî ji zindanê derkeve û di nav gelê xwe de bibe. Ev girtiyên di zindanan de jî bila werin berdan û ev tecrîda li ser hemû gel were bi dawîkirin. Hewceye ku malbat xwedî li girtiyên xwe derkevin. Her wiha tecrîda ku li ser tevahî gel her diçe zêde dibe. Mijara din a girîng jî îro PDK’ê piştgiriyê dide Tirkiyeyê û dibe sedema kûrbûna tecrîdê. Dest davêjin çiyayên me, daristanên me dişewitînin û zirarê didin heywanên me. Li dijî wan tekane rê avakirina yekitiya kurd e. Bila kes xwe nexapîne, ne ji Dewleta Tirk û ne jî ji dewletek din bawerî nîne. Bila kurd bi pereyan neyên xapandin.”
 
‘Bi tecrîdkirine pirsgirêk nayên çareser kirin’
 
Herî dawî jî Helîm Gilçe axivî û got: “Bi tecrîdkirine tu pirsgirêk nayê çareser kirin. Em dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe. Em jî dixwazin wekî hemû gelan xwedî bi maf bin. Doza me ji bo maf û jiyaneke azad e. Abdullah Ocalan ji bo azadiya Gelê Kurd 23 sal in di bin tecrîdê de ye. Divê em kurd rabin ser piyan û li dijî vê tecrîdê derkevin."