Banga ji bo mîtînga HDP'ê: Ji bilî têkoşînê rêyek din tune ye

  • 09:07 3 Tebax 2022
  • Rojane
AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun ji bo mîtînga HDP’ê ya bi dirûşma ‘Çareserî ligel me ye ji Şer û Binpêkirinê re Na’ ya wê li Amedê li Qada Îstasyonê pêk bê bang kir û got ji bilî têkoşînê rêyeke din tune ye.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma ‘Çareserî ligel me ye ji Şer û Binpêkirinê re Na’  wê di 6’ê Tebaxê de li Amedê li Qada Îstasyonê mîtîngekê pêk bîne.  Mîtîng wê bi tevlibûna hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz pêk bê. Di çarçoveya mîtîngê de li herêmê bi tevlibûna 2 parlamenterên HDP’ê xebat tên meşandin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun ku di xebatan de cih digire der barê armanca mîtîngê de axivî û got di serî de jin û ciwan divê hemû kes tevli mîtîngê bibin.
 
‘Em hewl didin çareseriyê peyda bikin’
 
Remziyeyê di axaftina xwe de bi lêv kir ku hedefa wan ev e ku daxwazên gel bi mîtîngê bidin bihîstin û got: “Desthilatdarî di civakê de bûye sedema krîz û kaosên mezin. Niha desthilatdarî ne tenê li ser kurdan, li ser hemû gelan polîtîkayê pêk tîne. Bi vê re jî gelên Tirkiye û Kurdistanê ber bi şer ve dibe. Li her derê welat polîtîkayên qirkirinê li hember jinan tê meşandin. Rojê sê jin tên qetilkirin. Ciwanan ji rê derdixin. Ji tenduristiyê bigirin heta ekolojiyê talankirin tê meşandin. Bêguman em jî li dijî van pirsgirêkan di nava hewldana lêgerîna çareseriyê de ne.”
 
‘Xebatan krîmînalîze dikin’
 
Remziyeyê di berdewamiyê de wiha vegot: “Li bajarên Tirkiye û herêmê şer tê meşandin. HDP her tim pirsgirêkên welat tîne ziman. Ji bo çareseriyê pêşniyaran dike. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê li gelek qadan HDP’ê dîsa mijar anî ziman. Lê pirsgirêk tenê HDP’ê eleqeder nake. Divê her kes pirsgirêkan bînin ziman. Divê çareseriyê pêşniyar bikin. AKP-MHP pêşiya ciwanan digirin. Di rojên borî de komkujiya Zaxo hat jiyîn. Ciwan û zarok û jin hatin qetilkirin. Desthilatdarî li ser kurdan polîtîkayên komkujiyê dimeşîne û xebatên siyasetmedarên kurd krîmînalîze dike.”
 
‘Jin û siyaseta kurd hedef hat girtin’
 
Remziyeyê destnîşan kir ku hefteyeke li Amed û herêmê bi gelek parlamenteran re xebatê dimeşînin û got di xebatan de baweriya bi HDP’ê re ji nêz ve dîtine û ev tişt anî ziman: “Em ji vê moral û piştgiriya gel hêzê digirin. Desthilatdarî jî vê nêzîkatî û biryara gel dibîne. Dibêje ez xwe çawa li ser piyan birim. Lê îradaya gel wê her tiştî têk bibe.”
 
Banga ji bo mîtînga HDP'ê
 
Remziyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê li dijî êrîşan tu car şûnde gavê navêjin û wiha dawî lê anî: “Di 6’ê Tebaxê de li Qada Îstasyonê wê mîtînga me pêk bê. Ez bang li hemû kesî dikim bila tevli mîtîngê bibin. Hemû kesên xwedî wijdan wê tevli bibin. Em wek 8’ê Adar û 21’ê Adarê qadan tije bikin. Werin em bi hev re ji şer re bêjin na. Ji bo me ji bilî têkoşînê rêyek din tune ye.”