'Îqtîdar naxwaze jin di siyasetê de pêş bikevin'

  • 09:02 3 Tebax 2022
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
ŞIRNEX - Rêvebera HDP'ê ya Cizîrê Songul Kuçuk nêzikatiya li hemberî Salîha Aydenîz nayê qebûlkirin û got: "Desthîlatdariya AKP-MHP’ê ji pergala hevserokatiyê aciz e lewma êriş dike." Rêverbera MED TUHAD-FED'ê ya Cizîrê Meryem Eşkara jî da zanîn ku îqtîdar ji hêz û vîna jinên kurd ditirse û naxwaze jin di siyasetê de pêş bikevin. 
 
Komîsyona Têkel ku ji hêla Komîsyona Edaletê û Makeqanûnê ve hatiye avakirin, têkildarî 5 fezlekeyên derheqê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Amedê Saliha Aydenîz civiya û biryar da ku parêzbendiya Salîhayê were rakirin. CHP û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şerh danî ser rapora ji hêla komîsyonê ve hatiye amadekirin û bi vî awayî pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê hate kirin. 
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî biryara rakirina parêzbendiya Salîhayê didome. Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê Songul Kuçuk û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêverbera Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) a Cizîrê Meryem Eşkara derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Êrişê nasnameya jina kurd kirin' 
 
Meryem, di destpêka axaftina xwe de biryara ku hatî dayîn şermezar kir û got: "Wekî hûn jî dizanin di 12’yê Hezîranê de li Stenbolê li dijî tecrîdê meşekê hatibû lidarxistin û polîsan êrişê parlementeran kiribû. Salîha Aydenîz jî li wir xweparastina xwe kir. Lê bele rayedaran ew tiştê ji xwe re xistin wek hincet û li dijî Salîha Aydenîzê bikar anîn. Dema siyasetmedarên kurd çalakiyek pêk bînin hertim bi êrişan re rûbirû dimînin. Êrişa li hemberî Salîhayê êrişa li hemberî Gelê Kurd e, êrişa li hemberî nasnameya jina kurd e û êrişa li hemberî vîna siyaseta kurd e.”
 
‘Pergala hevserokatiyê hedef hat girtin’
 
Meryem, anî ziman ku ew wek jinên kurd vî biryara bêhiqûqî qebûl nakin û wiha axivî: “Desthîlatdariya AKP-MHP’ê û hevkarê wî bi awayekî bêhiqûqî û bêexlaqî bi lez û bez xwestin parlamenteriya Salîha Aydenîz betal bikin. Bi awayekî kêfî jî li dijî wê fezleke amade kirin û di encamê de biryarek bêhiqûqî derket holê. Em wek jinên kurd ew biryarê nas nakin. Salîha Aydenîz, di heman demê de vîna siyaseta kurd û têkoşîna jinên kurd e. Di wê êrişê de pergala Hevserokatiyê jî hedef hat girtin. Desthîlatdariya AKP-MHP’ê ji pergala hevserokatiyê aciz e lewma êrişên xwe bi her şiklî dike. Naxwaze ku ew pergal di nav siyaseta Tirkiyê de belav bibe. Bêguman têkoşîna me ya jinan jî li dijî vê zîhneyeta mêrsalarî û yê ku vîna jinê qebûl nake berdewam bike.”
 
‘Em ê li dijî vî biryarê têkoşîna xwe mezin bikin’
 
Meryemê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthîlatdar bi tu şiklî nikare têkoşîna jinên kurd bide rawestandin. Ew her çiqas êrişên xwe zêdetir bike dê jinên kurd jî li hemberê wê têkoşîna xwe mezintir bike. Desthîlatdar dizane ku siyaseta jina kurd ji bo vekirina pêşiya siyaseta demokratîk pêngavek e loma hertim êrişên xwe zêdetir li ser jinên kurd dike û wan dixe hedef. Kîlîda siyaseta demokratîk û jiyanek wekhev di deste jinê de ye. Em jî di wê bîr û baweriyê de dê têkoşîna xwe ya li dijî vî pergala yekperest û zayendperest mezintir bikin.”
 
‘Ji hêza jinên kurd ditirsin’
 
Songul Kuçuk jî diyar kir ku jinên kurd di siyaseta nav civakê de xwedî rolekê girîng dilîzîn û wiha axivî: “Bi taybetî li hemberê jinên kurd de êrişên ku tê kirin li dijî sîyasetmedarên din 3 qat zêdetir in. Gava Salîha Aydenîz parastina xwe kir, ew memur ne di ferqê de bû ku êrişê li dijî parlementer û Hevseroka Giştî yê DBP’ê dike. Polîs ew cesareta êriş kirine ji ku digirin. Çima hemû siyasetmedarên jin ên kurd di girtîgehê de ne? Ji hêz û vîna jinên kurd ditirsin. Naxwazin jin di civakê de û di siyasetê de pêş bikevin. Loma her carî hêza xwe li dijî jinê bikar tînîn."