'Encax bi yekîtî û hevgirtinê dawî li fermanên li ser Êzidiyan bê'

  • 09:01 3 Tebax 2022
  • Rojane
ŞENGAL - Têkildarî salvegera fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve bi ser Êzidiyan de hat Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Seham Dexîl Reşo bal kişand ser yekîtiya Gelê Kurd û wiha got:"Encax bi yekîtî û hevgirtinê dawî li fermanên li ser Êzidiyan bê."
 
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kirin û di encama êrişa çeteyên DAIŞ'ê de fermanek bi ser civaka Êzidîyan de hat. Civaka Êzidî ya ku qaşo parastina wê ji aliyê bi hezaran leşkerên hukumeta Iraq û Pêşmergeyên PDK'ê ve dihate kirin, bi êrişeke mezin rû bi rû ma. Di 3'yê Tebaxa 2014'an de bê ku guleyekê biteqînin bi hêsanî Şengal radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin. Di encama vê îxanetê de bi hezaran kes hatin kuştin, hatin revandin û jinên Êzidî li bazaran hatin firotin. Tevî gelek kes hatin rizgarkirin jî hîna jî bi hezaran kes di destên çeteyên DAIŞ'ê de ne.
 
Bi hatina salvegera fermana 3'yê Tebaxa 2014'an Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Seham Dexîl Reşo ji ajansa me re axivî û merhale bi merhale qala ferman, îxaneta PDK'ê û berxwedana têkoşerên azadiyê kir.
 
'Bi êrişa çeteyan Şengal ji bo destpêkê kete nava çemberê'
 
Seham  di destpêka gotinên xwe de tevahî cangoriyên fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de bi bîr anî. Suhamê da diyarkirin ji bo fermana 3'yê Tebaxa 2014'an bê fêmkirin divê berî fermanê rewşa civaka Êzidî bê zanîn û bi van gotinan qala pêvajoya berî fermana li ser civaka Êzidî kir: " Berî ku çeteyên DAIŞ'ê êrişê Şengalê bikin, di meha hezîranê de çeteyên DAIŞ'ê ketin Mûsilê û parêzgeha Mûsilê bi temamî xistin bin kontirola xwe. Her wiha çete piştre ketin bajarê Tilehferê. Jixwe ev herdu herêm pir ji Şengalê ne dûr in. Dema çeteyan dîtin di wan deveran de bi ser ketin, bawer kirin ku wê di her deverê de bi ser bikevin. Bi êrişa çeteyan Şengal ji bo destpêkê kete nava çemberê."
 
'Ji bo parastina civaka Êzidiyan tiştek nehate kirin'
 
Sehamê di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser îxaneta PDK'ê û wiha got: "Ji 2005'an heta 2014'an Şengal li gor zagona Iraqê xala 140'î weke herêma bi nakok hatibû diyarkirin. Ew bû sedema esasî ku ne Hukumeta Federal ne jî Hukummeta Iraqê ji bo parastina civakê, xwe berpirsiyar nebînin. Teqîna Siba û Tilizêrê jî encama vê yekê bû. Di demeke ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî her deverê dikin, xetereyek mezin ji bo civaka Êzidî jî çêdibû. Lê ji bo parastina civaka Êzidiyan tiştek nehate kirin. Ji bo wê fermanê rûda û sedama din a herî mezin jî îxaneta PDK'ê bû. Îxaneta PDK'ê berî fermanê dest pê kiribû. Berî fermanê pêşmerge mal bi mal, li malên Êzidiyan digeriyan û çekên ku di malê de hebûn, dest datinîn ser û gel bi gotinên weke 'hûn koka me ne, em ê we biparêzin, bi me bawer bin' gel dixapandin. Berî fermanê çeteyên DAIŞ'ê dixwestin ji navçeya Rebîa êrişî Şengalê bikin. Di wan demam de diyar bû ku pêşmergeyên PDK û DAIŞ'ê li hev kiribûn ji bo ku di wê rêyê de êriş nekin, di milê Qibleta çiyayê Şengalê de êriş bikin. Ji ber ger di Rabiayê de hatibana wê rêyek pêşmergeyan a revê nemaya. Di encama lihevkirinê de DAIŞ'ê berê xwe da Beaçê û di êvara 3'yê Tebaxa 2014'an de ji Baecê çeteyan êrişî Şengalê kirin. Dema xeteriya fermanê li ser civaka me çêbû, di xeta Qibleta çiyayê Şengalê de ciwanan ewlekariya gundên xwe digirtin. Dema çeteyan êriş kir wê demê Gundên Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Tilizêr şerê xwe kirin û heta ku Şehîd ketin."
 
'Ciwanên me qetil kirin'
 
Sehamê wiha behsa bûyer û reva pêşmergeyan kir: "Di sibeha 3'yê Tebaxa 2014'an de pêşmergeyên PDK'ê yên qibleta çiyayê Şengalê bi hemû cure çekên xwe li navenda Şengalê kom bûn û yên Şemala çiyayê Şengalê jî li Navçeya Sînunê kom bûn û bi giştî 12 hezar pêşmerge bê ku guleyekê biteqînin ji Şengalê reviyan. Gel di nava lepên çeteyan de hiştin. Pêşmergeyên PDK'ê ne tenê reviyan her wiha li gundê Zoravayê ciwan qetil kirin. Dema pêşmerge ji Zoravayê direvin ciwanên gund ji wan re dibêjin gel hûn me neparêzin çekên xwe bidin em ê xwe biparêzin lê pêşmerge cihê gel biparêzin li wir ji wan ciwanan sê kesan şehîd dixînin. Dema gerîlayên azadiyê dîtin civaka Êzidî bê parastin e bi 12 siwariyan berê xwe dan Şengalê lê ji wan 12 siwariyan 4 gerîla ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve hatibûn girtin û rê nedan ku ew jî xwe bigihînin Şengalê."
 
'PKK'ê pêşî li tunekirina civaka me girt'
 
Sehamê di berdewamiya gotinên xwe de da diyarkirin ku PKK'ê bi mudaxaleya xwe ya ji bo Şengalê pêşî li jenosîda sedsala 21'ê girt û civaka Êzidî ji pençên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, her kes jî vê rastiyê dizanin, berxwedana gerîlayên HPG, YJA Star, YPJ, YPG, keç û xortên Civaka Êzidiyan ên li kêleka şervanan şer kirin û bûn sedama ku ev gel bi temamî dest ji warê xwe bernede û wiha domand: "Bi sedan malbat li serdeşta çiyayê Şengalê man. Li beramberî hemû zor û zehmetiyan gel berxwedanek gelek mezin kir. Li gel şervanên xwe gel têkoşînek mezin kir. Li her deverê ku çeteyan berê xwe dayê gel warên xwe berdan lê li Şengalê bi saya şervanên Rêber Apo gel ma û bi hev re li Şengalê bi têkoşîna xwe çeteyên DAIŞ'ê bi bin xistin. Piştî demekê li nava Rojavayê Kurdistanê û Şengalê korîdora mirovî hate vekirin. Piraniya gel berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Li dû wê hemleyên rizgarkirina Şengalê hatin destpêkirin. Li navenda Şengalê  berxwedana 11 mehan dewam kir. Gerîlayên HPG, YJA Star,YPJ, YPG û şervanên YBŞ'ê bi têkoşîn û berxwedana xwe di nava 11 mehan de di Şengalê de DAIŞ têk birin."
 
'Şengal ji çeteyan hat rizgarkirin'
 
Sehamê di berdewamiya nirxandinên xwe de da diyar kir ku şervanan li dijî çeteteyên DAIŞ'ê têkoşîn dikirin û wiha lê zêde kir:"Ji aliyê din ji bo careke din civaka Êzidî  fermanê nejî, gel rêxistin kirin, sazî û dezgehên wan ava kirin û her wiha hêzên parastina Şengalê ava kirin. Di 2015'an de hêzên parastina YBŞ û YPJ'ê Şengal ava kirin û meclîsên gel hatin avakirin. Di 2017'an de bi temamî Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin."  
 
'Li dû rizgarkirina Şengalê hemleyên vegera gel dest pê kirin'
 
Sehamê bi van gotinan qala hemleyên li dû rizgarkirina Şegalê kir û got: "Li dû rizgarkirina Şengalê hemleyên vegera gel dest pê kirin û bi awayekî çalak, gel cihê xwe di nava tevahî sazî û dezgehên Şengalê de girtin. Piştî gel sazî û dezgehên xwe ava kirin û hêzên xwe yên parastinê ava kirin, bi fermî gerîlayên azadiyê piştî erkên xwe yên exlaqî û wijdanî pêk anîn di 1'ê Nîsana 2018'an de vekişiyan."
 
'Pêkanîna van êriş û planan berdewamiya fermanê ye'
 
Sehamê di berdewamiya gotinên xwe de qala êrişên niha li ser Şengalê tên meşandin kir û wiha pê de çû: "Piştî fermanê heta niha gelê Şengalê xwedî li deskeftiyên xwe derdikevin. Dema dijminên civaka Êzidî dîtin ku civaka Êzidî xwe bi rêxistin kirin vê carê dest bi êrişên cur be cur kirin. Heta niha jî ev êriş berdewam in. Li ser civaka me planên qirêj tên meşandin, weke Peymana 9'ê Cotmehê her carê ji bo bicihanîna peymanê, bi awayên cur be cur êriş dikin. Di demek ku hîna jenosîda li ser civaka me di cîhanê de nehatiye erêkirin, bi dehan gorên komî li ser vê axê hene û hîna bi hezaran keç û zarokên Êzidîyan di destên çeteyên DAIŞ'ê de ne. Pêkanîna van êriş û planan berdewamiya fermanê ye. Ya li Şengalê niha tê jiyîn ew e ku fermana DAIŞ'ê nikaribû temam bike, niha dewleta tirk û PDK hewl didin temam bikin."
 
'Di bin navê qanûnê de ferman e'
 
Sehamê bi çend hevokan qala peymana 9'ê Cotmehê kir û wiha nirxand: "Peymana 9'ê Cotmehê ya ku ji aliyê PDK, dewleta tirk, Hukumeta Kazimî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hat îmzekirin, peymaneke di bin navê qanûnê de ferman e. Lê heta niha bi berxwedana gelê Şengalê ya ku bi pêşengiya jinên Şengalê tê meşadin, peyman nehatiye pêkanîn. Ev gel wê destûra vê yekê jî nede."
 
'Encax bi yekîtî û hevgirtinê dawî li fermanên li ser Êzidiyan bê'
 
Seham Şengalî di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser yekîtiyê û wiha got:"Encax bi yekîtî û hevgirtinê dawî li fermanên li ser Êzidiyan bê. Ji vir şûnde nabe ku civaka me pişta xwe bide tu hêzê, ji ber me di fermanê de encama vê dît. Tenê rêxistinbûna gel dikare pêşî li vê yekê bigire. Em ê ji bo jinên Êzidî yên ketine destên çeteyên DAIŞ'ê têkoşînê bidin meşandin û em ê rê nedin ku tu fermanek din li ser civaka me bê."