Jinên li Şirnexê bertek nîşanî talankirina xwezayê dan

  • 09:14 1 Tebax 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak 
 
ŞIRNEX - Jinên li Şirnexê bertek nîşanê birîna daran dan û destnîşan kirin ku bi birîna daran dixwazin herêmê bêmirov bihêlin û xwezaya herêmê talan bikin û gotin: “Ev ax û milkê me ye ku dixwazin ji me bistînin. Lê em ê li ber wê bisekinin û xwezayê xwe biparêzin.”
 
Li Çiyayê Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê yên Şirnexê du sal in talankirina xwezayê heye. Bi taybetî jî li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdayincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê ên herêma Bestayê, bênavber dar tên birîn. Li gorî raporên ku Baroya Şirnexê amadekiriye di 7 mehan de ji sedî 8 qadên daristanî hatine talankirin û tunekirin. Her wiha di nav rojê de jî bi sedan kamyonên ku dar hatine barkirin derbasî derveyî bajêr tên kirin. 
 
Bertek û nerazîbûnên li dijî talankirina xwezayê û birîna daran her diçe zêde dibe û ji bo ku pêşiya vê komkujiyê were girtin li Şirnexê cûrbecûr çalakî û bername tên lidarxistin. Jinên ku bertek nîşanê birîna daran dan, destnîşan kirin ku ew ê heya dawiyê xwezayê biparêzin.
 
'Darên sedsalî hatin birîn' 
 
Helîm Gîlçe, di destpêka axaftina xwe de birîna daran şermezar kir û wiha bertekên xwe anî ziman: “Bi birîna daran dixwazin me ji xweza û welatê xwe qût bikin. Armanca wan bêmirovhiştina herêmê ye. Ev darên ku tên birîn yên sedsalî zêdetir e û yên gundê Remo ye. Darên Cudiyê qedandin û niha jî dor hatiye Besta û Gebarê. Ev darên sedsalî yên ku li pişt kamyonan tên barkirin dilê me diêşîne. Bila destê we ji xweza û darên me vekêşinin.”
 
‘Li tu bajarêk qirkirinek wisa nîne’
 
Helîm, anî ziman ku li ser xwezaya herêmê êrişek taybet heye û got: “Çi kare wan li çiyayên me û li darîstanên me hene. Ew diz û xwînmij in. Bila werin temaşe bikin çi ji welatê me kirin e, çi ji darên me kirin.  Li tu bajarêkê de qirkirinek wisa tune ye. Ciyayên me bê dar hiştin û ji bo xwe firotin. Em bi wê diqeherin."
 
‘Em li hemberî komkujiyê bêdeng namînin' 
 
Kumru Uner jî destnîşan kir ku li hemberê talankirin û qirkirina xwezaya herêmê bêdengiyeke mezin heye û got: “Her darek ji bo me mîrateyek e xwezayê ye. Her wiha di darekî de xwîna şehîdek me heye. Niha jî bi destê cerdevanan ew mîrate tên tunekirin. Lê em li hemberê vî komkujiyê bêdeng namînin. Ew çi bikin jî em ji doza şehîdên xwe venagerin û dev ji axa xwe bernadin. Bi salane daristanên çiyayê me dişewitînin û niha jî darên ku mayên dibirin û difroşin. Dixwazin ax û milkê me ji me bistînin. Lê em ê li ber wê bisekinin û xwezayê xwe biparêzin.”