Dîlan Dîrayet Taşdemîr: PDK serdestiya xwe dewrî AKP'ê dike

  • 09:03 1 Tebax 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP’Yî, diyar kir ku NY feraseta damezrandina xwe nayne cih û PDK ji êrîşên Tirkiyeyê re zemînê ava dike. Dîlanê wiha vegot: “PDK li şûna li dijî êrîşan bibe xwedî helwest, hinceta şer bi PKK’ê girê dide. Êrîşan rewa dike.”
 
Di êrîşa Tirkiyeyê ya li hember gundê Perexê ya Zaxoyê de 9 kesî jiyana xwe ji dest dabû bi dehan kes birîndar bûbûn. Piştî êrîşên hatin kirin şûnde gelê Iraqê bertek nîşanê Tirkiyeyê da û wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu îdia kir ku der barê sivîlan de êrîşek ne mijara gotinê ye. Lê di civîna li parlamentoya Iraqê hatiye kirin de hat diyarkirin ku êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Li aliyê din cigirê serokomarê Tirk Îbrahîm Kalin jî di rojên borî de sînyalên hewldana êrîşên nû yên li hember Rojavayê Kurdistanê da.
 
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, komkujiya Zaxoyê, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û sînyalên êrîşên li hember Rojava nirxand.
 
‘Refleks zelal nehat nîşandan’
 
Dîrayetê destnîşan kir ku êrîş û komkujiya li hember Zaxoyê piralî ye û hewce heye ku ev êrîş baş bên dîtin û nirxandin. Dîrayetê wiha dirêjî dayê: “Piştî hevdîtinên Tehranê şûnde êrîş pêk hatin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye polîtîkayên dema nû yên Tirkiyeyê gihiştine ku derê. Operasyonên dersînor yên Tirkiyeyê bi Zaxoyê dest pê nekiriye. Ji 2015’an heta niha li hember Rojava, Herêma Federal a Kurdistanê êrîşên hewayî didomin. Di serî de jî li hember Mexmûr û Şengalê. Di 2015’an de rêxistinên mafê mirovan yên Iraqê jî ev bi rayagiştî re pir zêde parve kirin. Diyar kirin ku bi sedan sivîl di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dane. Bi taybet jî li hember gelê Şengalê. Welatiyên Mexmûrê jî di encama siyaseta tunekirin û şerê hat meşandin de koçî wir kirin û li wir jiyana xwe domandin. Mexmûr di bin kontrola NY’ê de ye lê li hember wan her roj êrîş pêk tê. Ne rayagiştî ya navneteweyî ne jî ya Tirkiyeyê refleksek li hember van êrîşan nîşan nade.”
 
‘Pêvajoyek bi rîsk û xeter’
 
Dîrayetê destnîşan kir ku bêdengî û bêhelwestbûnê komkujiya Zaxo jî bixwe re aniye û nirxandina xwe wiha domand: “Ev demek dirêj e dema nîqaşên Lozan û mîsakî mîlî tê destgirtin li pişt perga êrîşên wan ev hincet hene. Ji bo gelên wir bitirsînin, biçewisînin, hem jî cihên dixwazin dagir bikin, êrîşan operasyonan pêk tîne. Rayagiştî ya Iraqê jî îtîraz nake û vê jî di alî civakê de rê li ber înfîalê vekir. Piştî berteka rayagiştî şûnde hukûmet neçar man daxuyaniyê bidin. Divê ev pêvajo pêvajoyek bi rîsk û xeter bê xwendin. Ev ne tenê ji bo axa Iraqê ji bo Tirkiyeyê jî rewşek bi xeter e. AKP siyaseta şer dimeşîne û krîza navxweyî jî bi siyaseta şer vedişêre. Prestîja wan a têk çûye, bi van hewldanan berhev dike. AKP wekî ku li welat xetereyek cidî heye, pirsgirêkek mezin a ewlehiyê heye, bi rêya şer hewl dide ewlehiyê bigire. Rayagitşî jî dizane ku ev ne wisa ye. Siyaseta dualî dişopîne.”
 
NY feraseta damezrandina xwe nayne cih
 
Dîrayetê her wiha bi lêv kir ku her tiştê li cîhanê ber bi guherînê ve diçe, rêxistinên maf jî gotinên demokrasiyê ji bo berjewendiyên welatên mezin nerm dike û ligel welatên xurt cih digirin. Dîrayetê wiha nirxandina xwe berdewam kir: “Li holê pasteyek heye û her kes dixwaze parçeyekî ji vê pasteyê bigire. Saziyên ku sivîl tên dîtin û qaşo di van mijaran de têdikoşin pir zêde nerm bûne. Saziyên ku ji felsefeya darizandina xwe dûr ketine, em baş dibînin. NY dema nû hat avakirin ferasetek wan hebû lê em dibînin ku êdî gotin û feraseta xwe nayne cih. Dem bi dem jî li gorî hevsengiyê diguhere. Ji ber di NY’ê de civakên dewletan, nûneriya gelên nebûne dewlet tune ye. Li Rojhilata Navîn, li Efrîkayê neteweyên bê dewlet hene û ev netew pirsgirêka çandî û nasnamê ya cidî dijîn. Der barê van de çareseriyek pêk nayê. NY hinek şermezarnkirinan dike lê helwestek zelal nîşan nade. Mexmûr di bin kontrola wan de ye ji bo wan jî îtîrazek nayê kirin. Ev hemû girêdayî siyaseta demî ne.”
 
‘PDK mafê serdestiyê dide AKP’ê’
 
Dîlanê balkişand ser baragehên li herêma Federal a Kurdistanê hatine avakirin û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Di hewldanên suîkastê de rola PDK’ê jî heye. PDK ji polîtîkayên cihê şer re xizmetê dike. Ji derve êrîşek pêk nayê. Di qadên ku PDK lê serdest e de êrîş pêk tên. PDK li şûna li dijî êrîşan bisekine û bibe xwedî helwest, hincetên şer bi PKK’ê ve girê dide. Êrîşên hewayî û hewldanên dagirkirinê rewa dike û ji rêzê dibîne. PKK der barê komkujiya Zaxoyê de daxuyanî da û got tu eleqeya wan bi êrîşê tune ye. Mirovên hedef hatin girtin yên çûbûn seyranê jî piranî welatiyên Ereb bûn. Lê hewl dan vê manîpule bikin û wekî ku pirsgirêka ewlehiyê heye nîşan dan. PDK’ê mafê serdestiyê daye AKP’ê. Ji bo siyasetmedarên herêma federal a Kurdistanê pirsgirêka cidî ye. Ev jî ji bo mafê yekîtî û mafên kurdan xetere ye. PDK di xafletê de ye. Ev jî pêvajoya windakirinê bixwe re tîne.”
 
‘Ji Rojava ne êrîş, demokrasî tê’
 
Dîlanê di dawiya axaftina xwe de jî wiha vegot: “Cigirê serokomar Îbrahîm Kalin di rojên borî de sînyalên êrîşek nû ya li hember Sûriyeyê da. Dijminahiyeke li hember Kurdan a aşkera tê meşandin. Ji bo Kurd nebin xwedî statu û nasname, hemû Tirkiyeyê jî dikarin bidin ber agir. Feraseteke îttîhattî terakî ya duyem di şexsê AKP’ê de tê jiyîn. Ev jî bi dijminahiya li hember Kurdan û lîstikeke weke ku pirsgirêka ewlehiyê heye tê kirin. Êrîşa Rojava li hember Tirkiyeyê tune. Çeteyên li sînor bicih kirine pirsgirêk nabînin. Lê gelê qedîm yên bi salane li van deran dijîn wek dijmin dibînin. Hemû siyaseta xwe daye ser siyaseta Rojava. Hewl dide li tu derê Kurd nebin xwedî statu. Li welat hesabên vê tên kirin.”