
Fîgen Yuksekdag: Di vê pêvajoyê de ya divê hewl bide desthilatdarî ye
- 09:03 22 Adar 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag der barê banga ‘dîrokî’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got: “Ji bo agirbest û danîna çekan mayînde be divê desthilatdarî dawî li tundiya siyasî bîne. Tirkiye carek din ne xwedî wê şansê ye ku çareseriya pirsgirêka Kurd têk bibe. Di vê pêvajoyê de ya divê hewl bide desthilatdarî ye. Divê gelên me ji bo aştî û azadiyê hewl bidin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23’yê Cotmeha 2024’an de piştî çar salan şûnde çû Îmraliyê û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. Piştre heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Sirri Sureya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat 28’ê Kanûna 2024’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî vê heyetê serdanên xwe yên li welat û başûr pêk anîn. Serdana duyemîn a Îmraliyê di 22’yê Çileyê de pêk hat. Ya sêyemîn jî di 27’ê Sibatê de pêk hat û banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Abdullah Ocalan bi rayagiştî re hat parvekirin.
Hevseroka giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku li girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê girtiye pirsên ajansa me bersivand.
*Hûn banga Abdullah Ocalan a ‘aştî û civaka demokratîk’ çawa dinirxînin? Ev bang dikare bibe destpêka demeke nû? Rol û mîsyona civakê çiye?
Banga Birê Ocalan nîşaneya dema nû ye. Ev bang nîşandana daxwazên sedsalan e. Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd bi îradeyek dîrokî hêza biryarbûna çareseriyê îfade kiriye. Pêvajoya em tê de ne krîtîk e. Êşên giran ên hatin jiyîn, travma, êrîşên înkar û îmhayê li ser gel mexdûriyetên mezin afirandin. Banga sedsalê rê li ber pêvajoyek nû vedike. Deriyê pêvajoyek nû vedike.
*Li ser bangê PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir. Ev agirbest bandorên çawa li aştiya Tirkiyeyê dike? Ji bo ev agirbest mayînde bibe divê kîjan gav bên avêtin?
Rawestandina mirin û tundiyan girîng e. Ya girîng divê di esasa çareseriyê de bê destgirtin. Desthilatdarî wê vê derfetê binirxîne, wê samîmî nêz bibe? Xwedî biryarbûna siyasî ye? Bersiva vê pirsê hîna tarî ye. Operasyonên siyasî didomin. Ji Kurdan re, DEM û sosyalîstan re qad tên girtin. Li aliyê din jî bangên vala yên siyasî dikin. Tundî didome. Operaysonên siyasî didome. Ji bo agirbest mayînde bibe divê desthilatdarî demildest dawî li tundiya siyasî bîne.
*Hûn xebatên partiyên siyasî û bi taybet yên DEM’ê çawa dinirxînin? Vê pêvajoyê de rola aktorên siyasî divê çi be?
DEM Partî di vê pêvajoyê de rola esas dilîze. Hem li Îmraliyê hevdîtinên bi Birêz Ocalan re tê kirin hem hevdîtinên bi desthilatdarî û muxaleftê re tên kirin. Ev xebat girîng in. Helbet rola jiyanî ya siyasetê di vê pêvajoyê de ne ji nûneran re divê xwe bispêre prensîban. Hemû partî û nûnerên siyasî yên ku baweriya wan bi mijara aştî û civaka demokratîk heye, heta ku civakê weke mijar û afirînerê vê pêvajoya veguhertinê bibînin, karekî kêrhatî dikin. Erka wan a sereke ew e ku rê li ber hemû dînamîkên civakî vekin û di rewşeke demokratîk a adil de ji bo pêkanîna aştî û xwişk û biratiya gelan derfetan biafirînin. Her wiha erka siyaseta demokratîk di serdemeke wiha dijwar û aloz de îrade û biryardariya gel e. Ji ber ku DEM Partî nûneratiya hişmendî û zanînê dike, hewl dide ku erkên pêvajoyê bi awayekî herî baş bi cih bîne. Lê belê di vê pêvajoyê de tu kes xwedî wê luksê nîn e ku hemû berpirsyariyan deyne ser milê DEM Partiyê. Heta niha hikûmetê ji ber ku desthilatdar bû berpirsyariya pêwîst hilnegirt ser xwe û ji ber ne desthilatdariya opozîsyonê jî berpirsyariya pêwîst hilnegirt ser xwe.
*Banga Abdullah Ocalan wê çawa bandorê li tevgera jinan bike? Di vî alî de hûn rola jinan a di avakirina civaka demokratîk û aştiyê de çawa dibînin?
Tevgera jinan ji ber tûndiya bê navber tê meşandin bi sedaslane têkoşîna xwe didomîne û hêza pêşeng a civakê ye. Yanî di vê pêvajoyê de tevgera azadiya jinan piştî banga Ocalan hîmê esas ê di teşekirina polîtîkayê de ye. Em ji bîr nekin ku azadiya demokratîk bi azadiya jinê ve girêdayî ye û pêşxistina azadiya jinê bingeha avakirina civaka demokratîk e. Bê şik tevgera jin bi hemû pêkhateyên xwe ve wê xeta jiyan û azadiya jinê bigihîne navenda pêşketinê.
*Ji bo serkeftina pêvajoyê divê kîjan reformên demokratîk û qanûnî bikevin jiyanê? Divê hikûmet kîjan gavan bavêje?
Ji bo başiya pêvajoyê divê şert û mercên azadiya Birêz Ocalan bê avakirin. Divê tecrîd bê rakirin. Ocalan ji xwe berpirsyariyek mezin girt ser xwe. Ji ber vê jî tecrîdkirina wî sûcekî li dijî civakê ye. Ya din jî avakirina komîsyon û derxistina qanûnan e. Qanûn û sererastkirinên ku ewlehiya siyaseta demokratîk pêk tîne parçeyeke esas a vê pêvajoyê ye. Birêz Ocalan rîsk û berpirsyarî girt û di 27’ê Sibatê de îrade danî holê. Divê li dijî vê gavên pêwist bên avêtin.
Bê guman demek dîrokî bû. Ji bo hemû Tirkiye, Kurdistan û gelên wê yên sîwan bû xaleke veguhertinê. Lê ev bangawazî wê hêza xwe ya rasteqîn heta radeya ku gel, jin û hemû hêzên demokratîk hembêz bike, biparêze. Tiştê ku min bihîst û fêm kir ne tenê rûpelek û nîv nivîs bû. Em behsa doheke sibeyeke mezin û kêliya di navberê de dikin. Em dikarin wê wekî pirekê bifikirin. Pêşketin û vegerên ku belav bûne, şikandin û têkçûn zêdetir in. Ya ku Ocalan dike ew e ku pirekê pêşkêş bike, di rastiyê de bibe pirek. Ez ji aliyê aqilmendiya siyasî û giyanîtiya ku tê de ye pir bi qîmet dibînim. Esasê meselê ji hest, nîşaneyên pirs û têgihiştina me wêdetir, ji bo pêşketina civakê, veguhertina wê ya demokratîk a şoreşgerî berpirsyariya me ye. Helbet çawa ku me piştgirî da xebat û îradeya Birêz Ocalan, em ê di qonaxên pêşketinê de jî berpirsyariya xwe nîşan bidin.
*Civaka navneteweyî jî der barê banga Abdullah Ocalan de daxuyanî dan. Ev daxuyanî wê çawa bandorê li pêvajoyê bikin?
Ji ber ku pirsgirêka Kurd her tim xwedî karakterek navneteweyî ye, xwezayî ye ku di vê qonaxa krîtîk de di raya giştî ya navneteweyî de bertekên berfireh derxist holê.
*Herî dawî tiştekî hûn bêjin heye, peyama we çiye?
Di dawiyê de ji hemû jinan, gelê me û xebatkarên çapemeniyê yên hêja re silav û hezkirinên xwe yên herî ji dil dişînim. Bi hêviya ku li qadên ku lê hêlînên aştî û azadiyê tên lidarxistin, serkeftin û rehetiyê ji we re dixwazim. Bi van hestan ez Newroza gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîroz dikim. Her tim bi hêvî û berxwedêr bimînin.