
‘Divê mafê hêviyê pêk bê, ji bo bangê gav bên avêtin’
- 09:02 22 Adar 2025
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel der barê mafê hêviyê de axivî û balkişand ser girîngiya banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û wiha got: “Divê Tirkiye şertên heyî û banga Abdullah Ocalan li ber çavan bigire, ligel vê çarçoveya mafê hêviyê û sererastkirinên din ên hiqûqî û demokratîk bên kirin.”
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de biryar da ku cezayê darvekirina giran a li Abdullah Ocalan hatiye birîn li gorî rêgeza ‘mafê hêviyê’ bê rêkûpêkirin û xwest Tirkiye di vê mijarê de sererastkirinê bike. Tevî 11 sal derbas bûye der barê biryara ‘binpêkirinê’ de tu gav navêtiye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 27’ê Sibatê ya bi heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re kir, banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û ji rayagiştî re hat parve kirin.
Rêvebera Navendî ya Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel der barê ‘mafê hêviyê’, ‘banga aştî û civaka demokratîk’ de ji ajansa me re axivî.
Mafê hêviyê
Ayşe Şehrîban Demîrel wiha got: “Bi giştî cezayên mirinê bipêkirina mafê jiyanê ava dike û di vir de bi pêvajoyên li Ewropayê pêş ketin re ev têgeh ketiye rojeva me. Mafê hêviyê çiye? Dema em dinêrin bi du biryarên der barê Ocalan de hatine dayîn biryarên Gurban-Boltan jî hene. Mafê Hêviyê dibêje ku kesekî girtiye divê rojekê mafê wan ê hêviyê bê avakirin û dibêje divê welatên Ewropayê der barê vê de sererastkirinan bike. Tirkiyeyê cezayê mirinê rakir bi vê re cezayê giran ê muebetê da Birêz Ocalan. Cezayê muebeta giran jî tê wateya heta mirinê girtîbûnê.”
Hatina rojevê ya mafê hêviyê
Ayşe Şehrîban Demîrel balkişand ser serlêdanên kesên cezayê muebeta giran girtina ji bo DMME’yê û wiha bi lêv kir: “Di serlêdanên navneteweyî de biryara binpêkirina mafê hêviyê û dijmirovahî dabû. Di vî alî de gotibû divê Tirkiye û welatên wek Tirkiyeyê sererastkirinê bike. Bi vî awayî mafê hêviyê hat rojevê. Mafê hêviyê di serî de di rojeva OHD’ê di rojeva saziyên civaka sivîl de ye. Di vê mijarê de serlêdanên me û xebatên me çêbûn. Bi armanca di rojevê de dimîne têkoşînên hiqûqî hatin dayîn û DMME’yê der barê Birêz Ocalan de biryara der barê ‘mafê hêviyê’ de da. Devlet Bahçelî ‘mafê hêviyê’ anî ziman û ev jî wek îtîrafekê bû. Lê Tirkiyeyê ev biryar pêk nenanîne. Di civîna îlona 2024’an de ji bo Tirkiyeyê heta îlona 2025’an dem hatibû dayîn ku ev biryar pêk bên.”
‘Tecrîd didome’
Ayşe Şehrîban Demîrel wiha dirêjî dayê: “Divê dewlet bi awayekî şênber nîqaş bike. Ji ber sererastkirinên qanûnî yên der barê ‘mafê hêviyê’ de pêkan in. Ji bo ev neyê kirin tu astengiyeke qanûnî tuneye. Bi banga dîrokî ya Abdullah Ocalan re divê der barê mafê hêviyê de sererastkirin bên kirin. Lê hîna tecrîd didome. Divê demildest sererastkirinên ji bo mafê hêviyê bên kirin.”