
‘Ji bo pêvajo têk neçe peywir dikeve ser milê hemû kesî’
- 09:04 21 Adar 2025
- Rojane
ENQERE - Endama MYK ÎHD’ê Nuray Çevîrmen der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got: “Divê hemû partiyên siyasî aktîf û erênî tevi pêvajoyê bibin. Divê pêvajo di çarçoveyek polîtîkayek ku maf û azadiyan esas digire de pêş bikeve.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kiribû. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) a Komeleya Mafên Mirovan Nuray Çevîrmen der barê bangê de nirxandin kir.
Nuray Çevîrmen da zanîn ku bangek dîrokî û girîng hatiye kirin û wiha got: “Ev bang wê di gelek qadê de bandorên erênî bike. Divê her aliyê civakê xwedî li bangê derkeve lê ev bang bi taybet peywirên mezin dide ser milên hemû aliyan û aliyê herî girîng jî dewlet e. Divê aliyên civakî jî tevli pêvajoyê bibin û gavên demokratîk bên avêtin.”
‘Divê tecrîd bê rakirin’
Nuray Çevîrmen daxuyakirin ku divê hemû rayagiştî xwedî li pêvajoyê derkeve û wiha bi lêv kir: “Em parêzvanên maf demek dirêje dibêjin ku divê tecrîda giran bê rakirin. Em bang dikin û dibêjin ev ne hiqûqî û mirovî ye. Pêvajoya nû dest pê kir û ji ber xebat bi rêk û pêk bên meşandin divê tecrîd bê rakirin û hevdîtinên parêzeran pêk bên. Divê dewlet ji bo hawêra bi ewle bê domandin gavan bavêje.”
‘Divê gavên pêwist bên avêtin
Nuray Çevîrmen ev tişt anî ziman: “Ji bo PKK biçe sazbûnek nû divê teqez pêvajoya kongreyê hebe. Ji bo ev kongre bi ewle û baş bê avakirin divê gav bên avêtin. Divê pêvajoyên siyasî û hiqûqî bi konsensuleyek hepar bê meşandin. Ev pêgavjo girîng e. Ji bo pêvajo sabote nebe divê gavên pêwist bên avêtin. Avabûna hawirek aştiyane ku jiyaneke wekhev hedef dike, wê ji bo hemû civakê asta aramiyê zêde bike. Divê komîsyonên heqîqet û edaletê bên avakirin. Divê pêvajoyên rûhevhatinê bên meşandin.”
‘Polîtîka cezakirinê mijara gotinê ye’
Nuray Çevîrmen her wiha destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mekanîzmayek desthilatdariyê ya bi darê zorê didome heye û bi vê polîtîkayên li ser civakê cezakirin mijara gotinê ye. Nuray Çevîrmen wiha dirêjî dayê: “Beriya her tiştî divê girtiyên siyasî teqez bên berdan. Îro li Tirkiyeyê siyasetmedar, hiqûqnas û gelek kesên faliyetên rêxistinên civakî dimeşînin tên girtin. Dema pêvajoya çareseriyê hebe divê grtiyên siyasî bên berdan.”
‘Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin’
Nuray Çevîrmen wiha dawî lê anî: “Divê teqez TMK ji holê bê rakirin. Îro girtîgeh bên valakirin piştî demekê çarçoveya TMK’ê de hejmara girtinan du kat dikare zêde bibe. Jİ ber vê divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê sererastkirina qanûnî ji civakê re xizmetê bike. Ji bo pêvajo têk neçe peywir dikev ser milê hemû kesî.”