Li Stenbolê bi zimanê dayikê xizmet tune ye: Ji bo ziman ewlehiya hiqûqî şert e
- 09:02 26 Mijdar 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Rêvebera Komeleya Dema Jinê Derya Aslan balkişand ser kêmasiyên xizmeta bi Kurdî a di rêveberiyên herêmî de û got divê mafê zimanê dayikê ji aliyê rêveberiya navendî ve bikeve bin ewlehiya hiqûqî.
Komeleya Dema Jinê bi piştgiriya European Endowment for Democracy (EED) li Stenbolê rapora ‘Di xizmeta têkoşîna li dijî tundiyê ya li hember jinan a Rêvberiyên Herêmî de Rapora Şopandina Xwegîhandina Zimanê Dayikê’ li Bîlîm Beyoglu ya Şîşhaneyê bi daxuyaniyek çapemeniyê pêşkêş kir. Ji Rêveberiya Komeleya Dema Jinê Derya Aslan der barê raporê de axivî û da zanîn ku ji ber saziyên fermî daneyên nasnameya etnîk nagirin, li Stenbolê der barê nifûsa Kurd de raporên şênber tune ne. Derya Aslan wiha got: “Jinên Kurd yên tundiyê dibînin ji ber ji mekanîzmayên rêveberiyên herêmê bi zimanê dayikê xizmetê nagirin travmaya duyemîn dijîn. Rapoa me amade kirin ji bo bajarên din, parêzvanên maf û parlamenteran çavkaniya daneyan a şênber e.”
Li Stenbolê ji 39 şaredariyan tenê di 3 heban de xizmeta Kurdî heye
Derya Aslan da zanîn ku li Stenbolê nifûsa Kurdan pir zêde ye û wiha dirêjî dayê: “Lê xizmeta Kurdî di rêveberiyên herêmî de pir qels e.Jin di têkoşîna li dijî tundiyê de di serlêdanên mekanîzmayan de hewce bi xizmeta zimanê dayikê dibînin. Divê mafê zimanê dayikê bikeve bin ewlehiya hiqûqî. Li Stenbolê ji 39 şaredariyê tenê di 3 heban de xizmeta bi Kurdî heye.”
‘Bi zimanê dayikê xizmet negirtin tundiya duyemîn e’
Derya Aslan bi lêv kir ku piraniya jinên serî li navendên şêwirmendiya komeleyê didin jinên Kurd in û wiha bi lêv kir: “Em ji jinan pirsa hûn dikarin bi zimanê xwe xizmetê bigirin dipirsin lê bersiva neyînî tê dayîn. Ji ber jin nikarin bi zimanê xwe tundî û travmayê vebêjin, cara duyemîn tundiyê dijîn.”
‘Di plansaziya stratejîk a şaredariyan de jî tune ye’
Derya Aslan wiha dirêjî dayê: “Di xala 10’emîn a destûra bingehîn de ferzên qanûna rêveberiya herêmî û rêgezên wekhev hene. Me plana stratejîk û belgeya fîzyonê ya şaredariyan lêkolîn kir. Şaredariyên ku ne tenê zimanê dayikê, têgeha zayenda civakî û tundiya li ser jinan de jî nexistiye plana stratejîk. Xizmeta Kurdî ji însiyatîfa xebatkarê ku Kurdî dizanin re hatiye hiştin. Di pêvajoya xebata şopandinê de me nêzîkatiyên şaredariyan dîtin. Hinek şaredariyan em polîtîk û bi newekheviyê sûcdar kirin. Sedema pirsgirêkan polîtîka ne. Li welatekî ku bi mîlyonan nifûsa Kurdan heye, di vê sedsalê de parastina mafê ziman kirin bi rastî jî giran e. Divê ev pirsgirêk li zemîneke hiqûqî ya rast bê runiştandin û bikeve bin ewlehiyê.”
‘Mînaka Fatma Altinmakas di bîra me de ye’
Derya Aslan destnîşan kir ku bi salan e li Kurdistan û Tirkiyeyê parêzvaniya zimanê Kurdî dikin lê di destê wan de daneyek fermî tune ye û got: “Di têkoşîna li dijî tundiyê de daneyên zimanê dayikê pir girîng e. Ji ber di saziyan de têkiliya bi Kurdî nayê danîn encamên giran derdikevin holê. Mînaka Fatma Altinmakas heye. Ji ber Kurdî diaxive li qereqolê serlêdana wê nayê girtin û wek ziman nizane derbasî qeydan dibe û vedigere mala xwe, tê qetilkirin. Ji ber vê jî daneyên me bi dest xistine ji bo rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, parêzvanên maf û parlametnoyê dibe çavkanî. Divê zimanê dayikê bikeve rojeva hemû kesî. Ez bang li rayagiştî ya demokratîk dikim. Divê hemû partî hestiyar bin û mafê zimanê dayikê biparêzin.”
Ji ser vê lînkî hûn dikarin xwe bigihînin raporê:
https://kadinzamani.org/sites/kadinzamani.org/files/2026-07/istanbul-yerel-yonetim-siddetle-mucadele-anadil-2025-2026.pdf









