'Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan'

  • 09:03 26 Mijdar 2026
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê, bang li rayedarên dewletê kirin û gotin: "Em dixwazin pêkanînên kêfî ya li hemberî girtiyan bê rawestandin û girtiyên siyasî bên berdan." 
 
Bi banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re demeke nû dest pê kir û nîqaşên der barê aliyên hiqûqî û civakî yên pêvajoyê didomin. Yek ji sernavê herî girîng nîqaşên qanûna çarçoveyî ye û li aliyê din jî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçe giran dibe.
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) û Dayikên Aştiyê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş di 23’yê Mijdarê de li ber avahiya AKP'ê ya Êlihê daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ku tevli daxuyaniyê bûn diyar kirin ku rayedarên AKP’ê ji bo hevdîtinê deriyên xwe ji wan re girtine.
 
‘Em dixwazin ji serokomar re nameyê binivisin’
 
Amîne Şîmşek da zanîn ku divê deriyên girtîgehan bê vekirin û wiha got: “Em aştiyê diwazin. Ev du sale pêvajoyek heye. Partiya me gav avêtin. Em mirinan naxwazin, em cenazeyan naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Du nexweşên giran hene û malbatê wan ev du hefteye li ber girtîgehê nobetê digirin. Em dixwazin ji serok re nameyê bişînin. Em dixwazin serokê me azad be û deriyên hemû girtîgehan bên vekirin.”
 
‘Bi pêkanînên kêfî nayên tahliyekirin’
 
Sebahat Înal Acar destnîşan kir ku tevî cezayê girtiyan qedyaye nehatine tahliyekirin û wiha bi lêv kir: “Girtiyên 30 sale girtîne bi awayekî kêfî nayên berdan. Madem aştî heye çima nayên tahliyekirin. Em mafên xwe dixwazin. Em dixwazin li welatê xwe rehet bijîn. Bila êdî zilmê li zarokên me nekin. Tevî cezayên zarokên me qediyane ceza li zarokên me dibirin.”
 
‘Bila êdî xwîn nêrêje’
 
Ayten Kaya bi lêv kir ku ew aştî û wekheviyê dixwazin û wiha pê de çû: “Bila aştî bê û xwîn nerêje. Aştiyê dest pê kir. Cenaze êdî nayên. Ev tiştekî xweş e. Ne dayikên gerîla ne jî yên leşkeran nagirîn. Em aştiyê û wekheviyê dixwazin. Em hatin ber AKP’ê ku dengê xwe bidin bihistin. Em ji bo aştiyê hatine.”
 
‘Bi kuştinê serkeftin nabe’
 
Aklîme Keskîn jî wiha vegot: “Tevî evqas mirinan em aştiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Ev du sale ev pêvajo heye. Bi qetilkirinê kes bi ser neketiye. Bi aştiyê mirov dikarin bi serkevin. Serokê me ji destpêkê de aştiyê dixwaze. Ger serokê me li meclîsê bûna wê her kes nav aramiyê de bûna. Em wekhevî û aştiyê dixwazin.”
 
‘Ne 50 dayik 5 hezar dayik jî bên’
 
Asya Akin jî wek dayikên din nêrînên xwe wiha anî ziman: “Armanca me ya 50 sal berê çi bû ya îro jî ew e. Ji bo vî welatî ya bi xêr aştiye. Ji bo hevdîtinê em çûn li ber avahiya AKP’ê ya Êlihê ye. Ger ku ew ji bo aştiyê bihatana ber deriyên me, ne 50 dayik, 5 hezar dayik bihatana me yê bida ser serê xwe. Em tenê tiştekî ji wan dixwazin, êdî hûn jî destê xwe bixin bin kevir.”
 
'Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan'
 
Şukran Dag, tevlî çalakiyê bibû jî wiha axivî: “Em ji bo girtiyên xwe yên nexweş hatin ber avahiya AKP’ê. Armanca me berdana girtiyên nexweş e.  Em ji bo axaftinê hatin. Her tişt destê AKP’ê de ye. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan.”