Li Gimgimê nobeta li dijî JES’ê di roja 203’emîn de ye

  • 20:24 22 Mijdar 2026
  • Ekolojî
MÛŞ - Nobeta dijî projeya JES'ê ya li navçeya Gimgimê ku tê plankirin bê çêkirin, di roja 203'yemîn de berdewam kir.Nobet ji aliyê gundiyên Gadizan û Şorik ve dewr hat girtin.
 
Nobeda ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku ji aliyê şirketa bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. ku navenda wê li Amerîkayê ye ve tê plankirini li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim ya Mûşê didome. Nobet di roja 203'yemîn de didome bi biryardarî berdewam dike.
 
Di nobetê de pankarta bi nivîsa “Gelê Gimgimê Santrala Jeotermalê naxwaze; destê xwe nede av û axa min” hat daliqandin.
 
Nobeta îro ji aliyê şêniyên gundê Gadizan û Şorik  ve hat dewr girtin.