Jinên Sîlopiyayê:Têkoşîna ekolojîk ji têkoşîna jinan serbixwe nîne
- 09:04 26 Mijdar 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Jinan der barê Santrala Termîk a Sîlopiyê ya li Bajaroka Gite ya Sîlopiyê ye axivîn û wiha gotin: “Em têkoşîna ekolojîk ji ya azadiya jinê cuda nanirxînin. Em li qadan e û têkoşîna xwe didomînin.
Dumana li Santrala Termîk a Sîlopiyê ya li Bajaroka Gite ya navçeya Sîlopiyê Şirnexê bilind dibe li her derê belav dibe. Duman asîmanan reş dike û welatî nikarin bîhna xwe bigirin.
Qirêjiya hewayê ya ji ber sedema santrala termîk a aydê Koma Cîner a li kontarên Çiyayê Cûdî di raporan de jî derketibû holê.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Midjarê de ji bo balê bikşîne ser zirarên santrala termîkê li ber santralê daxuyanî da. Jinên tevli daxuyaniyê bûn der barê mijarê de axivîn.
‘Ev santral 17 sal in dixebite’
Ziynet Şîmşek da zanîn ku wan di çarçoveya 25’ê Midjarê de li ber santralê daxuyanî dane û got: “Ev santral di 2009’an de piştî biryara erênî a ÇET’ê hat avakirin. Piştî bi awayekî fîîlî ket faliyetê şûnde heta 2015’an ev santral digihêje hêza 404 megavat a sê unîteyê. Ev santral 17 sal in dixebite. Bandora vê ya li ser Sîlopî û derdora pir cidî ye. Tenê di salekê de 840 hezar ton asfaltît hatiye şewitnadin. Di encama vê de li xwezayê bi sedhezaran bermahî belav dibe. Metalên giran û gazên jehrî tevli ax û avê dibin.”
‘Divê helwesta hevpar bê nîşandan’
Ziynet Şîmşek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî lêkolînan li Sîlopiyê 4 hezar nexweşên pençeşêrê hene. Ji her deh nexweşên beşa onkolojiyê ya Amedê du heb ji Silopiyê ne. Tevî vê bandor û zirara li ser gel hîna raporek bi bandor a nirxandinê tuneye. Di vê mijarê de divê li dijî santrolê helwestek cidî a hepvar bê nîşandan. Her wiha di cureyê pençeşêr yên bi jinan re tên dîtin jî zêdebûnek cidî heye. Em têkoşîna ekolojîk ji têkoşîna azadiya jinê serbixwe nanirxînin. Em li qadan e, têkoşîna xwe didomînin.”
‘Hebûna santralê tundî ye’
Gulcan Bedîrhanoglu jî der barê mijarê de axivî û got Santrala Termîk a Sîlopiyê mirovan dikuje û wiha got: “Zirarek cidî dide jiyana mirovan û xwezayê. Em wek civak di vê mijarê de bi fikar in. Em santralê naxwazin. Ji ber vê em li vir in. Em santrala termîkê naxwazin.”









