Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • 13:39 25 Mijdar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Amnesty International ragihand ku polîtîkayên Îsraîlê yên di dema şer de li Xezeyê meşand, li pêşiya ducaniya jinên Fîlîstînî yan jî welidînê bû asteng.
 
Amnesty International di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê de rapora li ser zarokên keç û jinên li Xezeyê weşand û got, dibe ku kiryarên Îsraîlê welidîna li Xezeyê asteng kiribe.
 
Di raporê de ku li gorî gotinên 228 kesan ku di navbera Cotmeha 2023 û Cotmeha 2026’an de ji dûr ve hate amadekirin, hate ragihandin ku di encama êrişên Îsraîlê de jinên hewl didan xizmeta tenduristiyê werbigirin an jî li servîsên welidînê bûn, her wiha zarokên keç ên li nexweşxaneyan bûn hatin kuştin an jî birîndar bûn.
 
Sekreterê Giştî yê Amnesty International Agnès Callamard anî ziman ku kiryarên Îsraîlê tedawiyên ducaniyê asteng kir û bû sedema welidîna bi mirinê.
 
Li gorî raporê li Xezeyê êdî klînîka IVF’ê nîne û bi hezaran embriyo, sperm û şaneyê ducaniyê yên jinan hatin tinekirin. Rêxistinê ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî xwest ku lêkolîn bike bê ev yek “çalakiyeke qirkirinê ye” yan na.