Ji bo Dîlan Karaman komîsyona lêkolînê hat avakirin
- 20:01 28 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Di nav de TJA jî heye 5 saziyên jinan diyar kir ku der barê Dîlan Karaman ku jiyana xwe ji dest daye komîsyona lêkolînê ava kirine.
Tevgera Jinên Azad (TJA),Navenda Mafê Jinan a Baroya amedê, Komeleya Jinan a Ros, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Komîsyona Jinan a Amedê, Komeleya Piştevaniya Rewşa Jinê (DAKAH-DER) daxuyakirin ku der barê mirina Dîlan Karaman ya duh saetên sibehê de jiyana xwe ji dest da komîsyona lêkolînê ava kirine.
Di metna ku bi îmzeya 5 saziyan hat weşandin de wiha hat gotin: “Bi armanca ku mirina Dîlan Karaman bi hemû aliyên wê bên ronîkirin û berpirsiyarî bên cih me saziyên jinan komîsyoneke lêkolînê amade kir. Ev komîsyon bi tevlibûna sazî û rêxistinên jinan hatiye avakirin, hem aliyê hiqûqî hem jî sedemên ku ew berbi Întîxarê ve birine, hem jî îdiayên der barê pêvajoyê de hatine jiyîn, kêmasî bên lêkolînkirin, peywirê digire ser xwe. Ji bo tu astek pêvajoyê taritiyê de nemîne û edalet pêk bê wê komîsyon her gavê bişopîne. Em ê şopdarê têkoşîna ji bo Dîlan Karaman Edalet bin û wê nehêlin serê tu berpirsyariyê bê veşartin.”







