‘Divê em xwedî li av, ax û xwezayê derkevin'
- 09:03 28 Mijdar 2025
- Ekolojî
STENBOL - Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleya Hawirdorê ya Munzurê (MÇD) Hatun Esen li dijî talana xwezayê ya li Kurdistanê tê jiyîn banga yekitiyê kir û wiha vegot: “Çawa em dibin yek û diçin bajarên li Tirkiyeyê divê em bibin çem biçin erdnîgariya Kurdistanê jî. Divê em xwedî li hemûyan derkevin.”
Bi salan e li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê kapîtalîst û emperyalîst xwezayê qetil dikin. Li Tirkiyeyê demên dawî de bi qanûna 7554 talankirina xwezayê her diçe giran dibe. Ev talan bandorek neyînî li ser jiyanê dike.
Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleya Hawirdorê (MÇD) Hatun Esen der barê mijarê de axivî.
Hatun Esen da zanîn ku li Tirkiyeyê şîrketên emperyalîst xwezayê tune dike û piştî qanûna 7554 ji meclîsê derbas bûye şûnde talan zêde bûye. Hatun Esen bi lêv ki rku ji bo qanûna 7554 çûne meclîsê û got têkoşîna ekolojiyê ne tenê bi burokrasiyê li kolanê jî dikare bê dayîn. Hatun Esen li dijî talan wezayê banga yekitî û avakirina bendê kir.
‘Têkoşîna ekolojiyê têkoşîneke di ser siyasetê de ye’
Hatun Esen destnîşan kir ku Madena Koza Altin demek dirêje li ser Çemê Murat a li Giyadîn a Agiriyê ye madena zêr derdixe û wiha vegot: “Mirovên li wir ji ber her tim nava şer de jiyane ne fikirîne ku hilweşîna ekolojîk wan ji axa wan bike. Belkî jî em çûn wir me hişmendiyek afirand. Li Kurdistanê zextên dewletê zêde bûne. Mirov di parastina xwezayê de fikarên cidî dijîn. Divê têkoşîna ekolojiyê bêyî ku cudakarî bikeve navbera herêman bê dayîn.
Bi salan e çekên kîmyewî davêjin xweza Kurdistanê. Av qirêj bûn, daristan hatin şewitandin, gund hatin valakirin, zozan hatin qedexekirin, bendav hatin çêkirin. Heskîf di tarîtiyê de hat fetisandin. Gunehê vê li ser me hemûyane. Ji ber vê jî têkoşîna ekolojî di ser siyasetê de ye. Divê em vê têkoşînê bi hev re bihûnin. Êşa dara li Akbelen tê birîn tê jiyîn divê ji bo ya li Cudî tê birîn jî bê hîskirin.”
Bandora talana xwezayê
Hatun Esen destnîşan kir ku li Kurdistanê di encama xebatên hişmendiyê yên hatine meşandin de welatiyan xwestine maden bên girtin û got: “Ji ber madenan sewalên gel nexweşdikevin, naxazin ji axa xwe derkevin. Hinek neçar man axa xwe bifroşin û gelek xemgîn dibin. Ji ber vê jî dibêjin çima we em zû agahdar nekirin. Dêrsîm, Şirnex, Mêrdîn an jî Cudî ne axa vî welatî ne? Dema ev mirov koçber dibin nikarin li bajarên mezin jî bisitirin.”
‘Ax bi sedsalan nayên ser xwe’
Hatun Esen bi lêv kir ku li Tirkiyeyê 24 madenên zêr yên siyanurî hene û wiha dirêjî dayê: “Divê em hemû bibin yek û van madenan bidin girtin. Emperyalîst û kapîtalîst ji bo xweza welatên xizan tune bike ketine pêşbirkê. Bermahiyên nuklerê û madenan texrîbatên mezin dike. Axa ku madena zêr jê tê derxistin nayên rehabîlîtekirin. Ji bo ev ax bê ser xwe divê sedsal di ser de derbas bibin.”
Banga bernameyê
Hatun Esen anî ziman ku wê 6’ê Kanûnê de li Navenda Çanda Cemîl Candaş a Şîşliyê bi dirûşmeya ‘Li dijî Dagirkirina Ax û Talankirina Empreyalîst Têkoşîn! Di Axê de Koka me, di Berxwedanê de Hêza me heye!’ wê bernameyê pêk bînin. Hatun Esen bang li hemû rêxistinên ekolojîk, gel û dostên xwezayê kir kut evli bernameyê bibin û wiha dawî lê anî: “Ev roj roja têkoşînê ye. Ji ber demên dawî de hevalên me yên ekolojîst, yên xwezayê di parêzin di hedefê de ne. Divê êdî ev sîwaneya me ya rêxistibûnê ya ekolojiyê hîn bêtir xurt û çalak be. Çawa em dibin yek û diçin bajarên li Tirkiyeyê divê em bibin çem biçin erdnîgariya Kurdistanê jî. Her ax her av her çiya ya me ye. Divê em xwedî li hemûyan derkevin.”







