'Birêz Ocalan îradeya jiyanek aştiyane daniye holê’

  • 17:45 25 Mijdar 2025
  • Ramyarî
ENQERE- Endama komîsyonê ya DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît hûrgiliyên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parve kir û got: “Birêz Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di aştiyê de bijîn.”
 
Serokwekîla Koma Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît ku bi endamên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ve çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanî bû di Lîjneya Giştî ya Meclîse de axivî û hûrguliyên hevdîtinê parve kir.
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku hevdîtina wan bi awayekî erênî derbasbûye û wiha got: “Duh hevdîtineke dîrokî bi birêz Ocalan re pêk hat. Ev hevdîtin gavek berfireh û hêvîdar e ku dê rêyek nû di rêwîtiya Tirkiyeyê ya ber bi aştî û demokrasiyê de veke. Divê ew wekî pêşveçûnek girîng a dîrokî were dîtin û nirxandin. Hevdîtin xwedî potansiyela afirandina zemînek ji bo diyalogê ye ku dê pêşeroja hevpar a gelên me ava bike. Birêz Ocalan careke din di hevdîtina me de bi zelalî û aşkere îradeya hemû gelên herêmê, bi taybetî gelên tirk û kurd, ji bo jiyaneke bi hev re di aştiyê de, wekhev, azad û bi hev re diyar kir. Duh pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de qonaxek girîng derbas bû. Serkeftina vê pêvajoyê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e.”
 
‘Divê rêziknameyên yasayî bên bicihanîn’
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku wan dixwest hemû endamên komîsyonê tevlî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bibin û wiha pêde çû: “Me ew yek bi awayekî rexneyî nirxand. Lêbelê, divê were zanîn ku ew hevîtin ne zerara gelên Tirkiyeyê berovajî wê ew qezencek mezin e. Em careke din tekez dikin: Pirsgirêka kurd nikare bi sînorên siyaseta heyî ve were sînordarkirin; ew ne amûrek e ku her partiyek siyasî dikare ji bo berjewendiyên xwe yên demkurt bikar bîne. Ew yek ji astengiyên bingehîn ên demokrasiyê li Tirkiyeyê ye û divê were çareserkirin. Divê her kes vê perspektîfê wekî bingeh bigire û polîtîka û pratîkên li gorî wê pêş bixe. Weke DEM Partî em ji berpirsiyariya xwe ya ji bo serkeftina vê pêvajoyê haydar in. Lêbelê, partiya desthilatdar, muxalefet û saziyên dewletê jî di vî warî de berpirsiyariyên wan hene. Ji bo ku rêya aştiyê pêşve biçe, girîng e ku rêziknameyên pêwîst ên yasayî bê derengxistin werin bicîhanîn. Aştî ne bi hewlldanên aliyekî tenê, lê bi îradeya kolektîf a civakê dikare were avakirin. Tiştê ku divê niha were kirin ev e ku rapora komîsyonê bêyî derengxistina vê derfeta dîrokî were temamkirin û rêziknameyên yasayî di civata giştî de bi lez werin bicîhanîn. Ev eleqe tenê wê demê dê watedar bibe ku gavên wêrek û biryardar werin avêtin; aştî tenê bi avakirina baweriyê dikare civakî bibe.”