Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de dar hatin çandin

  • 12:52 27 Mijdar 2025
  • Ekolojî
 
AMED - Şaredariya Erxaniyê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de çalakiya çandina daran li dar xist.
 
Şaredariya Erxaniyê ya Amedê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de, ji bo hişyarkirina li dijî tundiya li ser jinan û pêşxistina hevgirtina jinan, çalakiya çandina daran li dar xist.
 
Çalakiya ku ji hêla Rêveberiya Xizmetên Jinan û Malbatê ve hatî organîzekirin, Hevşaredar  Bîrsen Azak Bayar, endamên meclîsa jinan û gelek jin beşdar bûn. Di çarçoveya çalakiyê de, şaredariyê darên oya û çinarê li parka ku niha li taxa Bagurê tê çêkirin çandin.
 
Hevşaredar Bîrsen Azak Bayar di çalakiyê de axivî û hêviya xwe ji bo cîhanek ku jin tu cûreyê tundiyê nebînin û neyên kuştinê anî ziman.