Der barê du girtiyên nexweş de biryara tahliyeyê
- 18:40 28 Mijdar 2025
- Rojane
WAN/AMED - Girtiya nexweş Hevseroka HDP’a berê ya Mûşe Bermal Nergîs ku di berxwedana gel a li Wanê hatibû destpêkirin de hatibûn binçavkirin û girtin, tahliye bû. Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel jî li Amedê ji girtîgeh aTîpa D hat tahliyekirin.
Li Wanê piştî hilbijartinên 31’ê Adarê yên herêmî yên 2024’an şûnde mazbataya hevşaredarê bajarê mezin yê Wanê yê DEM Partiyî Abdullah Zeydan nehatibû dayîn û li ser vê berxwedana gel destpê kiribû. Hevseroka HDP’a Mûşê Bermal Nergîz di 3’ê Nîsanê de di berxwedana gel de hatibû girtin. Bermal Nergîz ya nexweş hat tahliyekirin.
Bermal Nergîs ji aliyê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA),rêveberên DEM Partî, Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli, hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin û gelek kesî ve hat pêşwazîkirin.
Amed
Li Amedê jî girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ya li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtîbû hat tahliyekirin. Hevseroka DEM Partî ya Amedê Gulşen Ozer, hevseroka DBP’a Amedê Ruçem Vefa Elyakut û endama PM ya DEM Partiyê Sema Koç Muhlîse Karaguzel pêşwazî kirin.







