Li Ispanyayê rîska şewbê: Herî zêde zarok bi bandor bûn
- 18:33 28 Mijdar 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ispanyayê di hefteyên dawî de şewb zêde bû û herî zêde zarokên navbeta temenê 1-4’an bi bandor bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Ispanyayê, di hefteyên dawî de hejmara kesên bi şewbê ketine zêde bûye. Li gorî daneyên Enstîtuya Tenduristiyê ya III a Carlos ji 100 hezar kesî 40.1 kes bi şewbê ketine.
Li gorî raporê hefteya pêş ev ji hezar kesî 35.2 bû û vê hefteyê ev zêde bûye.Li gorî raporê yên ku herî zêde bi bandor bûne zarokin û di hefteya dawî de hejmara zarokên bi vê şewtê ketine yên navbeta temenê 1-4’an du kat zêde bûye.







