'Em bi hev re tundiyê rawestînin'

  • 09:07 21 Mijdar 2025
  • Rojane
 
DÎLOK- Jinan der barê hevdîtina wê bi ‘Em di esasa kedê de aştiyê diaxivin’ ya ku wê li Dîlokê bê de banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Riya aştiyê bi azadiya jinê destpê dike. Werin em bi hev re tundiyê rawestînin.”
 
Tevgera Jinen Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Parti) di  22’ê Mijdarê de li Dîrokê bi dirûşmeya ‘Di esasa kedê de em aştiyê diaxivin’ wê hevdîtineke jinan pêk bîne. Hevdîtin dê li navçeya Şehîtkamîl li Salona Dawetê ya Çîçek Plaza saet di 14’an de pêk bê. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari wê tevli bibe. Jinên TJA’yî der barê hevdîtinê de banga tevlibûnê kirin.
 
‘Ji bo çareseriya pirgsirêkan em bên gel hev’
 
Adîle Fîdan: “Em bang li hemû jinan dikin tevli hevdîtina di 22’ê Midjarê de pêk tê bibin. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bên gel hev. Em hemû jinan dipên. Jin jiyan azadî.”
 
Ayfer Çîçek: “Wê hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari jî tevli civînê bibe. Wê der barê tundiya li ser jinan nîqaş bên kirin. Em dixwazin hemû jin di hevdîtinê de cih bigirin. Divê em xwedî li keda xwe derkevin û hemû jinan dawet dikin."
 
Bahar Gunduz: “Bi tevlibûna hevseroka me ya giştî Tulay Hatîmogullari wê roja şemiyê saet di 14’an de hevîtina jinan pêk bê. Em hemû jinan dipên hevdîtinê.”
 
‘Em bi hev re tundiyê rawestînin’
 
Sozdar Akbaş: “Werin em bên gel hev. Em li dijî tundiyê dest bidin hev. Em ligel hev bisekinin û tundiyê rawestînin.”
 
Ayşe Yalçin: “Hevseroka me Tulay Hatîmogullari jî wê di hevdîtinê de cih bigire. Em dixwazin hemû jin bên. Em dest bidin hev û aştiyê bînin. Riya aştiyê bi azadiya jinan pêkan e."
 
Hatîce Sezgîn: “Em hemû jinan vexwendiyê bernameya xwe dikin. Em bi hev re xurt in. Em bi hev re hene û em ê bi hev re bihûnin.”
 
Îdîl Ugurlu: Li dijî Tundiyê em ê bi dirûşmeya ‘Em li dijî tundiyê ji bo aştî û wekheviyê ligel hev in’ di 22’yê Mijdarê de  li Çîçek Plazayê  bin. Em we hemûyan dipên hevdîtinê.”