Komun û bîra hevpar

  • 09:06 21 Mijdar 2025
  • Jineolojî
 
Fikra şoreşa sosyalîst ya ku desthilatdariya netew dewletê hedef girt, veguherî kapîtalîzma sosyalîzma reel û di encama têkçûna wê de potansiyela hêviya azadbûna gel winda kir.
 
Azîze Aslan
 
Ermîlo Ebreu Gomez di pirtûka xwe ya Canek de behsa çûka Pujuy dike. Ev çûk dema bikeve ber rêwiyan wek nîşaneyekê tê qebûlkirin, riya nebaş be jî wek riyeke bi nirx ya divê bê meşin tê dîtin. Pujuy çûkek ku rehberiyê dike, nobedariyê dike ye. Di çîrokê de Canek bi kurê xwe Guy re dikeve rê û dema çûka Pujuy dibîne bang li kurê xwe Guy dike: Kurê min çavê xwe baş vebike û Pujuy bişopîne. Ew me naxapîne. Qedera wê wek me ye: Ji bo kes winda nebin dimeşe.
 
Gelo agahiya Alî Haydar Kaytan ku gotinên ‘ya dide meşandin tu ye, ji qudreta re şukur’ nivîsiye, ji Pujuy heye an jî çûkek bi navê Pujuy bi rastî heye? Ya ku ev helbest ji me re nîşan dide çîroka rê û rehberiyê ye.
 
Sosyalîzm di nîqaşên şoreşê bi sedsalan berdewam kirin de di riya diçe pergala civakî ya îdeal de navberekê wek rawestgeh hat pênasekirin lê piştî vê wek hedefa ku divê bigihêjiyê hat dîtin. Ji bo xwegîhandina civaka îdelal di serî de desthilatdariya dewletê, desteserkirina desthilatdariyê hedef hat girtin û ji bo vê her alav rewa hat dîtin. Ji ber alav ji bo armancek îdeal hat hilbijartin, terkirina rêgezên etîk şoreşger jî di vê rê de terkirin anormal an jî dijberê şoreşê nehat dîtin.
 
Fikra şoreşa sosyalîst ya ku desthilatdariya netew dewletê hedef girt, veguherî kapîtalîzma sosyalîzma reel û di encama têkçûna wê de potansiyela hêviya azadbûna gel winda kir.
 
Hinek şexsiyet û tevger têgihiştin têkçûna sosyalîzmê û entegreyê pergala kapîtalîst bûn û yên rêberê wan Pujuy bû li ser tecrubeya sosyalîzma têkçûye fikirin, pratîka kolektîf rexne kirin, riyên têkoşîna nû derketin holê. Yek ji van sosyalîzma demokratîk, lêgerîna heqîqeta sosyalîzmê bû.
 
EZLN ya ji gelê Maya Zapatîsta hevaltî û rêberî kir, bi zanabûna Pujuy, dawiya sala 2023’yan de danezana 20 parçeyê weşandin û di beşa dawî de  ya ‘Beşa 20’emîn û dawîn: Hevkarî û derveyê mulkiyetê’ de wiha digot: “Bi kurtasî pêşniyara me ev e:Axa şûnde hatiye bidestxistin wek axa hevpar diyarkirin. Yanî ya ne mulkiyet. Ne taybet, ne cemawerî, ne civakî; ne federal ne eyalet ne jî tiştekî din. Ax veneguhere mafê mulkiyetê. Yanî wek ‘axa bê tapu’.  Dema pirsa ‘ev ax ya kê ye’ bê pirsîn’ bersiva ‘ya tu kesî’, yanî ‘ya her kesî’ ye.”
 
Yek ji easên esas ya têkoşîna gelê Zapatîsta û avakirina xweseriyê diyar dike, axên ‘ji nûve hatiye’ qezenckirinê ye. Ji nûve bidestixin tê wateya şûnde girtinê. EZLN ku van axan ji nûve bi kedek kolektîf diçîne, li ser vê axê dibistanên xweser, klînîkên tendurisityê, koperatîfan ava dike, xweseriya gelê Zapatîstan ava dike û îro  pergalek nû ya ku ne ji bo gelan ku ne ji  Zapatîstaye ava dike.
 
“Rêbaz hêsan in:Divê navbera gelên herêmê de lihevkirin hebe. Divê hişbir neyê çandin, erd neyên fiortin, destûrê nedin şîrketên kapîtalîst û endustiriyê û komên paramîlîter nekin hundir. Bac nayê dayîn û xebatkar tenê xwedî berhemên keda xwe ne.”
 
Ev rêgez behsa mafê bikaranîna hevpar a axê û hilberîna ji bo hewacedariyê dike. Yanî mulkibûn wateyê winda dike û jiyanek nû datîne holê. Têgîna ‘ax ya her kesî ye lê ya tu kesî ye’ dibe ku wek utopîk bê dîtin. Lê Zapatîstayî diyar dikin ku ev ne projeyek utopîtek berovajî vê hewcedariyeke şer ya jiyanê ye.
 
Nîşe: Beşa duyemîn a nivîsê hefteya pêş wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosyaya ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ a Kovara Jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.