'Jinên astengdar ji mekanîzmayên ji tundiyê dûr, bêpar in’
- 09:03 21 Mijdar 2025
- Rojane
Medîne Mamedoglu
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Astengdaran Tuba Sanli Ersoz da zanîn ku ji ber mekanîzmayên tune jinên astengdar nikarin tundiyê vebêjin û çareseriyê biafirînin û wiha anî ziman: “Pergala navenda bangê ya ku xwegîhandina bidîmen pêk tîne hewcedariyek lezgîn e. Ji bo jin xwe bigihînin wan navendan û demildest mudaxale bê kirin gelek girîng e.”
Di vê pêvajoya ku tundiya li ser jinan piralî xwe dide der, jin wê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî wê li qadan bin. Bi tundiya ku her diçe zêde dibe, polîtîkaya bêcezahiştinê giran dibe û bi hezaran jinên tundiyê dibînin nikarin xwe bigihînin mekanîzmayên ku tundî tê ragîhandin. Nebûna saziyên jinan, bêewlebûna pergala edaletê jinên astengdar jî dide zorê. Jinên astengdar ên mekanîzmayên çareseriyê nabînin neçar in di hawira tundiyê de jiyana xwe bidomînin.
Endama Lijneya Rêveberiya Federasyona Astengdaran Tuba Sanli Ersoz da zanîn ku jinên astengdar pirsgirêkên cidî dijîn û bi riyên xeta xwegîhandinê tu pirsgirêkên wan nayên çareserkirin û got: “Divê demildest navendek bangê bê avakirin û jinên astengdar bi rehetî xwe bigihînin vê saziyê.”
‘Jin ji mekanîzmayan bêpar in’
Tuba Sanli Ersoz diyar kir ku jinên astengdar ne tenê bi astengiya fîzîkî, bi zextên psîkolojîk re jî têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Jina li malê tundiyê dibîne nikare ji malbata xwe re bêje. Jinên astengdar vê hîn bêtir dijîn. Bi psîkolojiya ‘ez bêjim wê min bernede derve’ tevdigere. Ev tundiyek e. Ji ber vê jî pergala navenda bangê ya xwegîhandina bi dîmen hewcedariyek lezgîn e. Jin ji mekanîzmayan bêpar in. Hebûna van bi nirx e.”
‘Tundiya sîstematîk didome’
Tuba Sanli Ersoz balkişand ser neçareseriya pirsgirêkên jinan û wiha dirêjî dayê: “Tundiya sîstematîk a li ser jinan didome. Jinên astengdar bi taybet bi tundiya mêr tên rû hev. Di alî xwegîhandina mekanîzmayên tundiyê de zehmetiyan dikşînin. Qe nebe ji bo yên nabihîzin bêjim, bi hêsanî nikarin xwe bigihînin mekanîzmayan. Ji ber kesên ku wan vebêjin nabînin. Di vî alî de ji çapemeniya civakî gelek kes xwe digihînin me. Yên ji ser Intagramê xwe gîhandin min û gotin ez tundiyê dibînim hene. Heta ji destê min tê dibim alîkar.”
‘Ji bo jina astengdar qada azadiyê tuneye’
Tuba Sanli Ersoz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mekanîzmayên heyî pir caran şaş rê didin ber jinan. Dibêjin ‘bila biçe mala xwe bi malbata xwe re bijî’. Lê aborî û îradeya azad a jinan xema wan nîne. Ji bo jinên astengdar ev girîng e. Dema mirov aboriya xwe bidest bixin mirov azad in. 25’ê Midjarê nêz dibe. Gelek jin bê parastin tên hiştin. Travmayên tên jiyîn piranî ji wan bêdeng dimînin. Ev jî tundiyê nîşan dide. Nevegotina tundiyê travmayek mezin diafirîne. Tunehesibandina jinên astengdar tundiya herî dijwar e.”







