
Helbesta ku Abdullah Ocalan ji bo zarokan nivîsandibû cara yekem hat xwendin
- 13:57 10 Gulan 2025
- Rojane
STENBOL - Ji aliyê TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ve ji bo Roja Dayikan bernameyek hat organîzekirin. Di bernameyê de helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Ji hemû zarokan re” ji bo zarokan hatî nivîsandin hat xwendin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bagcilara Stenbolê bernameyek li dar xistin. Tevî jinên TJA'yê, endamên Dayikên Aştiyê, ANYAKAY-DER û gelek jin tev li çalakiyê bûn û pankarta bi nivîsa "Ji bo dayikan diyariya herî baş aştî ye" hat daliqandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nameyên ku ji hêla zorakan ve hatî şandin bi navê “Ji Hemû Zarokan re” helbestek nivîsî. Ev helbest di bernameya Roja Dayikan de ji rayagiştî re hat parvekirin. Abdullah Ocalan helbesta xwe diyarî zarokan kir.
Helbest di bin dirûşma "Bijî Serok Apo" hat guhdarkirin.
“Bo hemû zarokan
Siharekê me hev dû nas kir
Dema vedibû qilfa asin, deriyê sar
Wek her roj rawest gardiyan
Di destê wî de gurzek rojname
Min jê pirsî; Îro name hatine?
‘195 name hene’ got.
Bi dengek nizm
195 name.
Di nava her nameyekî de 195 zarok
Hemû îro li min mêvan in
Di nava vê çar mertekareya biçûk de
Hûn bi xêr û xweşî hatin zarokno;
We kulîlk anîn hicra min
Hevalên min yên dil mezin
We ew dinya mezin anî çavika min a tarî
Bi hilma biharê hûn hatin.
We berê hemû rengan berjêr berjêr da deryaya
Yek bi yek wan hembêz dikim
Piştre dema min rojname tevdan
Çavê min li qunckekê ket
Zarokên Rihayê
Wêneyên rêzkirî
Bingehek reş û spî
Zarok tim ji spîyê
Boy boy durmuşlar objektife
Bi bejn bejn rawestîn e objektîfê
Bi her awirek de gotinek, wek çalakiyekê
Awirên herî biçûk de jî; dinyayek
Qefilîn awirên min
Bê navber nîv saet
Ez çûm e zarokan, cihê ew 195 zarokên ku lê hatin î
Bi wan zarokan re çûm e
Zarokên hemû dinyayê
Ew awir romanên bênav
Li ser destên biçûk geriyam îro
Destê xwe min da zarokan
Min birin; azadiyê û ezmanan
Azadî bi wan dest pê dike, bi wan xelas dibe
Îro min hembêz kir bêhna behr, axê
Jixwe ez tim zarok bûm
Li dinyaya zarokan de veşarî
Dalmışken küçük küçük dostlarımla sohbete
Dembihêrka hizra hevalên min yên biçûk biçûk de
Ciniqîm ji dengê qilfê
Yek saet e hewadarkirin
Dema digeriyam gav bi gav
Quling diherikîn li ezmanan
Min destê xwe lê rakir
Bi dengek ji dil “min got silav”
Silavan lê bikin qulingên ref bi ref, silavan li wan 195 zarokan.
Bêjin wan;
Bila delaliyan hîn bin, zanistiyê hîn bin
Bêjin dayikan, bavan
Bila wan nehêlin birçî
Bêjnê qulingno, bêjnê
Zarokên biçûk yên Rihayî bila bizanin min zarok maç kirin
Silavan li hemû zarokan bikin
Rêber wê ji bo wan bijî
Bêjnê pir pir ji wan hez dikim
Çavên hemûyan maç dikim
Rêbertî.”