Biryarên darvekirinê yên Îranê li Frankfurtê hat protestokirin

  • 17:57 10 Gulan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Frankfurt ê Almanyayê biryarên darvekirinê yên Îranê bi mîtîngekî hate protestokirin.
 
Li bajarê Frankfurt ê Almanyayê biryarên darvekirinê yên Îranê yên li ser muxalîfan bi taybet li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî, Şerîfe Muhammedî bi mîtîngekî hate protestokirin. Mîtîng bi organîzasyona hevpar a Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) û Yekîtiya Jinên Kurd a Hessenê hate lidarxistin. Di mîtîngê de kon hat vedan û her wiha pankarta “Ji darvekirinê re na”, flamayên KJAR û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, wêneyê Zeyneb Celaliyan ku bi sûcdariya endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) 18 sal in li zindanê tê girtin û Jîna Emînî ku di sala 2022’an de bi hinceta ku li gorî quralên pêçandinê naçe hate binçavkirin û qetilkirin hate daliqandin.
 
Mîtîng li qada Konstablerwache di saet 13:00’an de destpê kir. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê der barê armanca çalakiyê danezanên bi Elmanî hatin xwendin û li kesên derdor hatin belavkirin.
 
Di daxuyaniyê de polîtîkayên darvekirinê yên dewleta Îranê li ser muxalîfan û bi taybet li ser jinan hate şermezarkirin û peyama “Girtiyên siyasî ne bi tenê ne” derket pêş. Berxwedana sînornenas a têkoşîna azadiya  jinê hate silavkirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku bêdeng nemînin.
 
Di mîtîngê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” ve “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin û bi peyam û bangên piştevaniyê bi dawî bû.