Roja ewil a meşa berbi Amarayê ve bi coş bidawî bû

  • 20:09 1 Nîsan 2025
  • Rojane
RIHA-Meşa bi wesîleya 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya berbi Amarayê hat destpêkirin gihişt Sêwêregê. Roja ewil a meşê bi coş temam bû.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 76’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Amedê berbi gundê Amara ya Xelfetî ya Rihayê meş da destpêkirin. Meş gihişt navçeya Sêwêreg a Rihayê.
 
Girseya li gundê Yukariakdîbek a navçeya Rezan a Amedê kom bûn berbi sînorê Rihayê destpê kir. Seranserê meşê dirûşmeyên ‘Rojbûna te pîroz be ey serok Apo’, ‘Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne’, ‘Jin jiyan azadî azad bike rêbertî’ hatin berzkirin. Ciwanan pankarta ‘Jin û ciwan şopdarê Rêber Apo ne’, ‘Rojbûna rojê vejÎna gelê Kurde’ vekirin.
 
Baskê meşê yê gihişt Sêwêrgê li Parka Uçgen ji aliyê girseyê ve hat pêşwazîkirin.  Piştî pêşwazîkirinê bi dirûşmeyan berbi parka Tanlikuyu meş pêk hat.
Roja ewil a meşê bi kevokên hatin firandin bidawî bû.
 
Meş sibê berbi Xelefetiyê ve wê  pêk bê.