
HRW’ê derbarê Werîşe, Zeyneb û Nêrgiz de agahî parve kir
- 13:22 1 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navnetewî (Human Rights Watch) ragihand ku gefa vegerandina Nêrgiz Mihemedî ji bo girtîgehê dikin û hate gotin; “Rewşa girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî jî xirabe.”
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navnetewî (Human Rights Watch) derbarê girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Zeyneb Celaliyan û Nêrgiz Mihemedî de raporek belav kir.
Li gorî raporê desthilatdara Îranê gef li Nêrgiz Mihemedî dixwe ku carek din vegerîne girtîgeha Evînê. Rêxistinê bang li desthilata Îranê kir ku bê şert û merc Nêrgiz Mihemedî berdin.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navnetewî (Human Rights Watch) di dewama rapora xwe de dibêje; “Nêrgiz Mihemedî di vê dema xwe ya kurt a dervey girtîgehê de, dema xwe ji bo karê xwe bikaraniye û balkêşaye ser rewşa xirab ya mafên mirovan ya li Îranê. Ji ber ku Nêrgiz çalakvanek mafê mirovane, hatiye girtin û di nava 3 salê borî de dadgehên Îranê gelek caran dosyayên nû dijî wê bikaranîne.”
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navnetewî (Human Rights Watch) di dewama rapora xwe de behsa rewşa girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî, Fatîme Spêhrî, Rehle Rehmî Pur, Mutelîb Ehmedyan û Mehweş Sabit kir. Rêxistinê bang li civaka navnetewî kir Îranê di derbarê binpêkirinên mafên mirovan û jinan de, bixe ber lêpirsînê.”
Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê (2025) de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.
Herwiha cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.
Çalakvana mafên mirov Nêrgiz Mihemedî ku xelata aştî ya nobelê wergirtiye, temenê wê 52 sale, di nava 20 salên borî de zêdetirî 10 salên xwe di girtîgehan de derbaskiriye.
Nêrgiz Mihemedî ji Mijdara sala 2021’an de di girtîgeha Evîn de û di Hezîrana sala borî de bi tometa ‘Propagandaya dijî dewlet’ salek din ceza lê hate birîn. Di dema borî de hate emelyatkirin û jib o 3 heftiyan bi şert hatibû berdan.