
Guler Bîlen: Girtî pêvajoyê dişopînin
- 10:46 1 Nîsan 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Guler Bîlen, diyar kir ku ew pêvajoya ku bi hevdîtina girtiyan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kiriye dişopînin û diyar kir ku ne berdana girtiyan jî samîmîtiya muzakereyan radixe ber çavan. Guler Bîlen, anî ziman ku dewlet bi vê yeka ku nake tevlîheviyê çêdike.
Guler Bilen tevî ku di sala 1994'an de di 17 saliya xwe de biçûk bû jî, daxwaza wê ya ji bo diyarkirina temenê hestî hat redkirin û ji aliyê Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) ve cezayê hepsa heta hetayê lê hat birîn. Doza ku Guler Bîlen a ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve 3 caran hat taloqkirin û ji bo tesbîtkirina temenê hestiyê wê di sala 2021’an de ji nû ve hat vekirin, piştî cezayê wê temam bû ji aliyê 13’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Edeneyê ve hat qebûlkirin. Guler Bîlen, diyar kir ku biryarên lijneyê tê wateya ji nû ve darizandina girtiyên li girtîgehan û armanca wan şikandina berxwedana girtiyan e û got, berxwedan nayê şikandin. Guler Bîlen da xuyakirin, ku aliyekî pêvajoya ku bi hevdîtinên wê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir, girtiyên siyasî ne û diyar kir ku girtî hewl didin pêvajoyê fêm bikin û pêvajoyê dişopînin.
'Piştî ku cezayê wê qediya, diyarkirina temenê hestî hat qebûlkirin'
Guler Bîlen, diyar kir ku parêzerên wê ji bo tesbîtkirina temenê hestî demeke dirêj li dadgehan testa testê xwestine, lê belê ji aliyê Dadgehên Ewlekariya Dewletê yên wê demê ve ev yek nehatiye qebûlkirin û diyar kir ku weke mezinan cezayê wê jî hatiye erêkirin, her çiqas diviyabû li dadgeha zarokan bihata darizandin. Guler Bîlen, da zanîn ku ev bêhiqûqiya ku hatiye jiyîn, rewşa edaletê nîşan dide û wiha axivî: "Di 12'ê Îlonê de ji bo Erdal Eren hat kirin. Bi taybetî jî cihê fikirînê ye ku her çend parêzeran ev daxwaz kirin jî, red kirin û bi rastî jî dadgehan piştî 30 salan testa hestî erê kir. Gelek hevalên min ên ku di pêvajoya min de bûn, hîna gelek caran rastî mexdûriyeta wan hatiye. Li girtîgehan em li van deran mezin bûne."
'Rûniştin di 3'ê Nîsanê de ye'
Guler Bîlen, anî ziman ku dozên wan her tim hatine redkirin û herî dawî di sala 2021'an de ji Dadgeha Îstînafê vegeriyan, piştî 30 salan cezayê wê qediya û wiha bi lêv kir: "Ev doz 3 sal berdewam kir. Ez ê di 3'ê Nîsanê de li 13'emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Edeneyê beşdarî rûniştina dozê bibim. Saziya Tiba Edlî ji bo testa hestiyê heta niha li girtîgehê nehatiye kirin, piştî ku cezayê min bi dawî bû hat qebûlkirin. Ev yek nîşan dide ku sîstema hiqûqî çiqasî polîtîk bûye. Ev pêvajo wê ji bo min paşerojê venegerîne. Lê di rewşa min de gelek kes hene, herî kêm dê ji bo wan bibe biryareke pêşîn."
'Sê caran berdana wê hat taloqkirin'
Di tîrmeha sala borî de li dijî hemû girtiyên di hucreyê de dozeke komî hatibû vekirin, di nav wan de kesên ku beşdarî dîlanê ya bi stranên kurdî bûbûn, wekî hincet nîşan dabûn. Guler Bîlen, anî ziman ku di vê dozê de her kes beraet bûye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Cezayê dîsîplînê yê duyemîn jî li min hat birîn. 7 mehan cezayê min hat dirêjkirin. Di vê heyamê de 3 caran tehliyeya min hat taloqkirin. Sala par, di meha tebax, mijdar, kanûnê de lijne kom bû. Duyemîn dirêjkirina tehliyekirina min 6 meh bû. Di kêliya dawî de biryara berdanê ji min re gotin."
'Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê tê wateya ku cara duyemîn tu tê darizandin'
Guler Bîlen, diyar kir ku Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê, ne hiqûqî ye û bi mantiqa cezakirinê tevdigere û wiha anî ziman: "Hestê ku di min de afirand rehîngirtin bû. Min 30 sal di van şert û mercan de derbas kir. Sîstema lijneya ku 4 sal berê hat avakirin, dema ku diviyabû ez bihatama berdan, ji aliyê pisporên psîkolojî û hikûmxwaran ve ne edalet e. Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê tê wateya ku cara duyemîn tu tê darizandin."
'Armanc şikandina berxwedana li girtîgehan e'
Guler Bîlen, anî ziman ku biryarên taloqkirinê yên lijneyê bi armanca şikandina berxwedana girtiyan pêk anîne, lê bi ser neketin û wiha axivî: "Rehîngirtina mirovan pratîkeke ku bi armanca şikandina berxwedana girtiyan e. Di serdema 12'yê Îlonê de jî nêzîkatiyeke antîdemokratîk pêk hat."
'Ji bo tecrîd bê zêdekirin mafên bingehîn tên astengkirin'
Guler Bîlen diyar kir ku divê 4 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê yên tehliyeya wan hatiye dirêjkirin bên berdan û wiha got:"Berê girtîgehên malê hebûn û şert û mercên cuda cuda bûn. Lê piştî sala 2000'î girtîgehên kampusê hatin çêkirin. Zêdetir tecrîd hat kirin. Ez ji sala 2012'an û vir ve li Şakranê bûm û tecrîd zêdetir bû, em tu carî ji tecrîdê rizgar nebû. Ji gelek mafên heyî em nikarin sûdê werbigirin. Mafên me bi ti awayî pêk nehatin."
Guler Bîlen, diyar kir ku tecrîd û zext zêdetir li ser jinan tê kirin û wiha got: "Jina ku di nava sîstemê de siyasetê dike û ji bo nasnameya xwe têdikoşe, jineke ku sîstem naxwaze ye. Pergal vê naxwaze. Li dijî cewhera pergalê ye. Lê ev yek li ser vê erdnîgariyê zêdetir e. Em vê zilmê her roj hîs dikin. Hûn di wextê xwe de nayên dermankirin, di rewşên acîl de jî we nabirin odeya lezgîn. Dixwazin li vir jî berxwedanê bişkînin. Ev mafê jiyanê ye û her çendî nebe mijara nîqaşê jî, em tên astengkirin. Gelek ji me ji ber ku em nikarin di wextê xwe de derman bibin. Berê pirtûkxane li koguşan hebûn, lê nema. Em dikarin bi daxwazan ji rêveberiya girtîgehê sûd werbigirin. Hûn bi daxwaznameyê pirtûka xwe ji pirtûkxaneyê daxwaz dikin. Nameyên ragihandinê jî pirsgirêk in. Name ji bo kesên di girtîgehê de pir girîng in. Tewra kesên ku mohra birêkûpêk bikar tînin jî her meh du-sê caran bi zêdekirina buhayê re rû bi rû dimînin. Pêdivî ye ku hûn wê qeydkirî bişînin ji ber ku hûn nekarin pê ewle bin ku ew radestkirî ye û biha ye. Carinan hûn ji ber sedemên darayî sînordar dikin. Li vir jî ambargo heye."
'Pevajoyê dişopînin'
Guler Bîlen, anî ziman ku mafê hêviyê yê ku piştî destpêkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derketiye pêş, di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) de cih digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî 25 salan mafê kesên di girtîgehê de ye ku ji mafê xwe yê tenduristî û hêviyê afirandî sûd werbigirin. Ji ber ku ew nû ye, em nizanin dê çiqasî bi cih were anîn û kirina mijara bazarê. Heke biryarên DMME'yê bihatana bicihanîn niha gelek girtî dê ji wê mafê sûdê bigirta. Di pêvajoyên çareseriyê yên berê de xemgîniyek bû. Li girtîgehan her tim bi Îmraliyê re ramaneke paralel derket holê. Niha nêzîkatiyek li hember têgihiştinê heye. Girtiyên siyasî ew kes in ku kêm-zêde vê yekê dizanin, ne dûr in, şahidên pêvajoyê ne, yên dijîn in. Em ne pir bi hêvî ne û ne jî bêhêvî ne. Em hîna jî hewl didin ku wê fêhm bikin. Ger em bibêjin ev pir zelal e, dibe ku em ne objektîf bin. Hîn pêvajoyek berdewam e û em lê dişopînin. Lê her kes bi heyecan e. Hemû girtî jî dixwazin ku ev pêvajo têk neçe û di serî de girtî hemû bên berdan. Niha daxwaza ku ji Îmraliyê dihat kirin pêk hat û gelo niha çi dixwazin? Em dixwazin bipirsin ku dewlet dê gavên çawa bavêj e, ev yek jî pirsa me ye?"
'Xemgînî heye...'
Guler Bîlen, anî ziman ku hevalên wê di girtîgehê de maye û xemgin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesê ku derketiye derve kêfxweş bibe, lê belê aliyek wê her tim di girtîgehê de dimîne. Kesên ku hûn pê re dijîn, kesên ku ji malbata xwe zêdetir bi wan re parve dikin, dibin malbata we. Bi rastî ez gelekî xemgîn bûm. Ne tenê kesên ku heta hetayî cezayê girtîgehê xwarine na, kesên 5 sal dimînin jî heman hestê dijîn."