'Bi hêvî ne ev cejn bibe cejna pêkanîna aştiyê'

  • 09:04 1 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Şeniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bal kişandin ser Cejna Remezanê û gotin: "Em bi hêvîne ku îsal di Cejna Qurbanê de vegerin Efrînê, goristanên pakrewanan ziyaret bikin. Her wiha em hêvî dikin ku hemû deverên xwe yên hatine dagirkirin rizgar bikin û bi hev re di nava Sûriyeke azad de bijîn." 
 
Bi wesileye Cejna Remezanê her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê welatî çûn serdana goristanên pakrewanên xwe. Şêniyên taxê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser taybetmediya cejnê û hêviyên xwe yên pêşerojê anîn ziman. 
 
'Bi hêvîne ev cejn bibe cejna pêkanîna aştiyê'
 
Endama Meclisa Malbetên Şehîdan Velentîna Ebdo ku xwişka pakrewan Mustefa ye wiha ji ajansa me re axivî: "Em cejina remezanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û li malbetên pakrewana pîroz dikin. Îro pîrozkirina Cejna Remezanê li Sûriya yê tevî rewşa taybet û guhertinên bi lez de tê çêdibin her wiha gelek destkeftî jî tê de tên bi dest xistin ev cejn tê pîroz kirin. Hêviya me ew e ku ev cejn bibe cejna aştî û pêkanîna aramî û vegera li axa welat be."
 
'Bi berxwedana pakrewanan ev cejn tê pîroz kirin'
 
Endama Meclisa Malbetên Şehîdan Şêrîn Elî ku hevjîn û xwişka pakrewana ye wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em Cejna Remezanê li rêberêtî û hemû malbetên pakrewana pîroz dikin. Îro pakrewanên me ji bo me pira gihêştina ber bi azadiyê xêz kirin. Pîrozkirina cejna îro bi saya ked û tekoşîna wan e. Wê bi ked û xwêdan pakrewanan em ê vegerin warê xwe, vegerin goristanên pakrewanên xwe. Cejnê bi wan re pîroz bikin û hemû deverên xwe yên hatine dagirkirin rizgar bikin û bi hev re di nava Sûriyeke azad de bijîn." 
 
'Bi hêviya dîtina azad ya rêbertî ye..'
 
Endama Meclisa Malbetên Şehîdan Şîraz Silêman ku ew jî dayika pakrewan e têkildarî cejnê wiha got: "Em vê cejinê li berxwedêrên Bendava Tişrîn û Şervanên Azadiya Kurdistanê pîroz dikin. Hêviya me ew e ku em rêbertiya xwe di nava xwe de azad bibînin. Vegerin cih û warên xwe. Cejna Qurbanê hêvî dikin ku li ser goristanên zarokê xwe û bi wan re pîroz bikin."