Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir

  • 10:30 29 Gulan 2025
  • Hiqûq
 
 
ÊLIH - Danişîna ewil a doza çawişê pispor Mûsa Orhan ku destdirêjî li Îpek Erê kiribû û bûbû sedema mirina wê, dest pê kir. 
 
Danişîna ewil a doza çawişê pispor Mûsa Orhan ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê destdirêjî li Îpek Er kir û bû sedema mirina wê, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê dest pê kir. Mûsa Orhan, ji sûcê “Kesek arastayî întîharê kiriye û întîhar çêbûye” tê darizandin. Hat zanîn ku Mûsa Orhan dê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bibe. 
 
Malbata Îpek Er û gelek rêxistinên jinan û parêzer danişînê dişopînin.