
'Em cîhanek aram dixwazin'
- 09:04 28 Gulan 2025
- Ked/Aborî
AMED - Jin ji bilî têkoşîna jiyanê, neçar dimînin têkoşîna aborî jî bidin.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber prisgirêkê aborî di alî dîtina kar de jî zehmetiyên mezin tên kişandin û alternatîfek din a xebatê ji bo jinan tuneye. Jinên li her qadê bi newekheviya zayendî re tên rûhev, di qada kar de jî heman zor û zehmetiyan dijîn.
Jinên ji bilî xbatê alternatîfa wan tuneye, pirsgirêkên dijîn ji ajansa me re nirxandin.
‘Her tim dixwazim hilberînim’
Yek ji jinên ku pirsgirêkên aborî dijî Dîlan Çerçel e. Dîlan Çerçel (26) li Îzmîrê hatiye dinê û mezin bûye, li Amedê jî cil û bergên gelêrî didirû. Dîlan Çerçel wiha dibêje: “Ez li Îzmîrê hatim dinê, mezin bûm. Lê em ji Amedê ne. Dayika min dirûnvaniyê dike, bavê min esnaf e. Ez ji zarokatiyê de vî karî dikim. Min her tim dirûnvanî mereq dikir. Her tim dixwazim hilberînim. Sê sal in vî karî dikim. Saleke li Amedê dukana min heye. Ez cil û bergên kurdî didirûm.”
‘Divê her jinek vê bi ser bixîne’
Dîlan Çerçe bi lêv kir ku ji ber tayîna wê nehatiye kirin vî karî dike û got: “Ez ji beşa diyalîzê mezûn bûm. Lê nehatim tayînkirin. Ji ber vê ez vî karî dikim û aboriya xwe bi dest dixim. Divê hemû jin li ser piyên xwe bisekinin. Ez ji bo hewcedarê kesî nemînim vî karî dikim. Em dikarin cilên modern jî bidirûn. Lê em bi taybet cil û bergên kurdî didirûn. Ez dixwazim çanda xwe pêş bixînim. Ev ji bo min motîvasyonek mezin e. Ez cîhaneke aram dixwazim.”
‘Ez hez dikim ku hilberînim’
Roza Sonkurt Dalli jî got di alî aborî de pirsgirêkan dijîn û wiha vegot: “Min alternatîfek dît. Vê pîşeyê ji 4-5 salî de ye dikim. Min ji zarokatiyê de ji dirûnê hez dikir. Bavê min mamoste bû. Çawa mereqa min dît ez şandim qursên pîşeyî. Min di dibistana navîn de ji bo dersa xwe etek dirût. Bavê min ev aliyê min dît û ez şandim qursan. Min bi malbata xwe re dest bi vî karî kir. Piştî zewicîm xizmek me got dukanê vebike. Min jî dukan dît û vekir. 16 sal in vî karî dikim. Min tu carî serî netewand. Min têkoşîna xwe didomand. Ez ji zarokên xwe re jî dibêjim. Tu car xwe nedin alî, şûnde gavê navêjin. Têbikoşin.”