
Ne zimanê mêr divê yê aştiyê serdest be
- 09:05 30 Gulan 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR- Jinên femînîst diyar kirin ku di civakê de serdestbûna zimanê aştiyê şert e û ji bo aştî pêkan be divê zimanê aştiyê bê afirandin.
Gelê Kurd ji bo mafên xwe 40 sale têkoşînê didie û bêguman yên herî zêde ji vê hawira pevçûn û şer zirar dîtin jin bûn. Ji ber vê jî divê jin di avabûna aştiyê de rola aktîf bilîzin. Jinên femînîst diyar kirin ku ji bo aştiya civakî divê zimanê aştiyê serdest be û herî zêde bajarên rojava xwedî li pêvajoyê derkevin û ji bo aştiyê bername bên çêkirin.
‘Divê civak ji gotina aştiyê netirse’
Ji Jinên Aştiyê ya Foçayê Nursen Coşkun daxuyakirin ku ji bo aştiya civakî divê xwe bigihînin zêdetir mirovî û balkişand ser gotina akademîseyen Melek Gorengelî û got divê pirsa ‘wisa bibe wê çi zirara wê bi te bê’ bê pirsîn. Nursen Coşkun wiha domand: “Divê civak hev fêm bikin û ji gotina aştiyê netirsin.Ji ber ku pêşdarazek wisa heye. Ji roja em hatine avakirin ji ber di navê me de aştî heye em wek ‘terorîst’ hatin dîtin. nedîtin ku em li alî xweza, mirov, jinan û ji tundiyê durin. Niha hejmara me roj bi roj mezin dibe. Aştî riyek dirêje. Lê bi rêxistin û hêviyê zehmetî dikarin bên çareserkirin. Hemû kesên aştiyê dixwazin dikarin çalakiyên mezin pêk bînin. Divê beriya her tiştî zimanê aştiyê hebe. Divê fîlmên naveroka wan aştî bê nîşandan. Divê belgefîlm û mîhrîcanên aştiyê pêk bên.”
‘Divê dewlet gavê bavêje ku fikar ji holê rabin’
Ji meclîsa jinan a DEM Partî ya Balikesîrê Tellî Işik jî destnîşan kir ku şer herî zêde zirarê dide jin û zarokan û got: “Divê rêxistinên civaka sivîl û ked û demorkasiyê bên gel hev û aştiyê vebêjin. Aliyek hîna li hember pêvajoyê bê baweriye. Divê em aştiyê vebêjin. Ji ber herî ewil em jin û zarok wê biserkevin. Divê dewlet jî gavê bavêje ku fikar ji holê rabin. Bajarên rojava xwedî li aştiyê derkevin wê hîn watedar be. Butçe piranî diçe j işe rre. Di vî alî de divê jin bi înat û sebir aştiyê li her çar alî belav bike.”
‘Divê jin di navbera gelan de piran ava bikin’
Ji Platforma Jinan a Dîkîlî Zelîha Dagli jî daxuyakirin ku aştî tê wateya wekhevî, aramî û azadiya fikr û ramanê û got: “Bêyî aştî jiyan ne pêkane. Divê daxwaza aştiyê bê bilindkirin. Hewcedariya aştiyê herî zêde jin hîs dikin. Divê jin hêzan bikin yek û navbera gelan de piran ava bike. Butçe ji re tê veqetandin. Li şûna şer divê jiyan bê tercihkirin. Her tim mêr şeran diafirînin û jin jî xizan dibin. Divê bindest dengê xwe bilind bikin. Divê jin piran ava bikin. Divê zimanê dewletê biguhere. Ji bo vê jî divê jin dengê xwe bilind bikin. zimanê mêr wê jin hilweşînin.”