
Doza Îpek Er: Keça min got jiyana min tarî kirin
- 12:20 29 Gulan 2025
- Hiqûq
ÊLIH - Dayika Îpek Er Hîkmet Er, der barê kiryar Musa Orhan ê ku çawîşê pispor bû de axivî û got, "Dema Mûsa Orhan hat berdan keça min porê xwe bi temamî qut kir û got jiyana wê tarî bûye."
Yekemîn danişîna doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve der barê sûcdar Mûsa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er a 18 salî ya li navçeya Qûbînê ya Êlihê dijiya kir ü intixar lê ferz kir, hat vekirin, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Êlihê tê dîtin. Di rûniştina dozê de malbata Îpek Er, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amed û Êlihê amade bûn.
'Serbest digere'
Piştî tespîta nasnameyan bavê Îpek Er Fuat Er axivî û got, "Musa Orhan niha li derve ye û çi bixwaze ew azad e, baweriya min bi edaletê nemaye. Dirêjiya dozê û kêfa Musa Orhan li derve jî nîşan dide ku edalet pêk nehatiye. Orhan hîna jî li ser kar e. ‘Mûsa Orhan bi wêneyên di destê xwe de gef li keça min xwar.’ Mûsa Orhan ji keça min re got, ‘Dewlet li pişt min e, kes nikare mudaxeleyê li min bike’. Ji min re got, ‘Tu bêçare yî, tu nikarî tiştekî bikî. Dewlet ji roja ewil vir ve li pişt min e’ û ew tehdit kir.”
‘Divê demildest bê girtin’
Dayika Îpek Er Hîkmet Er bertek nîşanî Mûsa Orhan ê negirtî da. Hîkmet Er got, " Keça mın berî mirina xwe 2 roj bi min re axivî. Keça min ji min re got, 'Mûsa Orhan tiryak da min, bi çekê gef li min xwar, wêneyên min ên tazî kişandin û bi wan tehdît kir.' Her wiha kurê min Hakan jî tehdîd kir. Hem beriya mirina keça min û hem jî piştî mirina keça min gef li me xwar. Eev lekeya dewletê ye bila Musa Orhan bê girtin
Doz bi parastina parêzeran dewam dike.