Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir 2025-05-29 10:30:04       ÊLIH - Danişîna ewil a doza çawişê pispor Mûsa Orhan ku destdirêjî li Îpek Erê kiribû û bûbû sedema mirina wê, dest pê kir.    Danişîna ewil a doza çawişê pispor Mûsa Orhan ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê destdirêjî li Îpek Er kir û bû sedema mirina wê, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê dest pê kir. Mûsa Orhan, ji sûcê “Kesek arastayî întîharê kiriye û întîhar çêbûye” tê darizandin. Hat zanîn ku Mûsa Orhan dê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bibe.    Malbata Îpek Er û gelek rêxistinên jinan û parêzer danişînê dişopînin.