Pakêta Darazê wê 31’ê Gulanê li komîsyonê bê dîtin

  • 18:00 29 Gulan 2025
  • Ramyarî
ENQERE - 10’emîn Pakêta Darazê ya pêşkêşî meclîsê hat kirin wê 31’ê Gulanê de li komîsyonê bê dîtin.
 
AKP’ê, “Pêşniyarqanûna Têkildarî Guherandina Qanûna Der heqê Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê û di Hinek Qanûnan de” pêşkeşî Meclisê kir.
 
Pakêt wê 31’ê Gulanê de saet di 16.00’an de li Komîsyona Edaletê bê dîtin. Piştî ku pakêt ji komîsyonê derbas bibe wê biçe lijneya giştî.