'Bila dawî li tundiya mêr dewletê bê anîn'
- 14:06 15 Mijdar 2026
- Rojane
WAN - Înisiyatîfa Jinan a "Hewcedariye Me Bi Aşîtiyê Heye" di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em piştgiriya xwe ji bo jin û xwendekarên li Wanê dijîn radigihînin; em ji bo azadiya jinan a ji polîtîkayên şerê taybet û şîdeta mêr dewletê re dibêjin na."
Înisiyatîfa Jinan a "Hewcedariye Me Bi Aşîtiyê Heye" civîneke çapemeniyê li dar xist û daxwaza bidawîanîna bêcezatiya di kuştina jinan de kir. Di civîna çapemeniyê ya li Kolana Hunerê, pankartek bi nivîsa "Rojin, Gulistan, Rojwelat, Îpek. Bila şîdeta mêran û bêcezatî bi dawî bibe" hate hilgirtin. Dirûşmeyên wekî "Laşên jinan ne qadên şer in", "Dawî li şîdeta dewleta mêr bînin", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî hevgirtina jinan" û "Jin şer naxwazin, aştiyê dixwazin" pir caran hatin berzkirin. Rêxistinên jinan û gelek jinên ji bajêr beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Metna Kurdî ya daxuyaniya çapemeniyê ji hêla aktivista Tevgera Jinên Azad (TJA) Muzeyyen Turan û metna Tirkî jî ji hêla ji Înîsiyatîfa Jinan a "Hewcedariye Me Bi Aşîtiyê Heye", Nimet Tanrikulu ve hate xwendin.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em, wek Înisiyatîfa Jinan a "Hewcedariye Me Bi Aşîtiyê Heye" xwe berpirsiyar dibînin ku behsa mirina(feqamirina) ya ku bi desthilatdariya mêran tê meşandin bikin. Em di heman demê de dixwazin behsa jinên ku winda bûne, an jî heta îro mirina wan nehatiye ronîkirin wek; Gülistan Doku, Rojwelat Kızmaz û Rojin Kabaiş, bikin. Di doza Îpek Er de ku ji aliyê leşkerê berê Musa Orhan ve hatibû kuştin, tevî nameya Er ku li pey xwe hiştibû, îfadeyên şahidan û agahdariyên wê di muayeneya yekem de ji karmendên tenduristiyê re dabûn, biryara dadgehê ya beraetkirinê em napejirînin. Em daxuyaniyên bi navê “xwekuştin” û “mirina gumanbar” napejirînin.
Li gorî daneyên Baroya Wanê, di navbera Çileya 2024'an û Îlona 2025'an de, di çarçoveya 27 sûcên cureyên cuda de bi giştî 2 hezar û 299 jin û zarokmexdûr bûne. Her wiha, em dizanin ku “çek kirrîna ferdî” jî di asta bilindbûnê de ye.
Erê, li her derê vî welatî jin tên kuştin, rastî tundûtûjiyê ya mêran tên û di şert û mercên ku komên sûcdar desthilatdarin de rastî istîsmaran tên. Lê li vir, li Kurdistanê sedem, şert û mercên vê rewşê cuda ne. Em vê yekê weke plan û stratejiyek devlete dibînin. Li vir, ev tundûtûjiya zayendî wek çekeke şer tê bikaranîn. Ji ber vê yekê, em bawerin ku têkoşînkirin ji bo astengkirina tundûtûjiya şer ji qada pevçûnê derbasî jiyana rojane dibe. Bi destê mêrên ünîformegirtî de şer belav dibe. Ji ber vê yekê em bawerin ku têkoşîna li dijî vê rewşê, hew bi aşitiyeke mîsoger guncav e. Divê tundûtûjiya şer ji qada pevçûnê derkeve û ev êrîşên qirêj li dijî jinan ku bi destê mêrên ünîformegirtî pêk tên nebe perçeyek jiyana rojane.
Ji ber vê yekê, ji Wanê, ji bajarê tundûtûjiya li dijî jinan ku kuştinên wan ya herî zêde ye em dipirsin:
Du sal berê Rojin Kabaiş ji xwaringeha xwendekaran a KYK ya ku lê dima derket û careke din venegeriya. Çi bi Rojin Kabaiş qewimî?
Lêkolînên DNA û telefonê di kîjan qonaxê de ne? Gelo li ser kesên gumanbar lêpirsînek hat meşandin?
Gelo ji aliyê rektoratiya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yil ve li dijî wan çawişên pispor ên ku bi çekên xwe dikevin qampusa zanîngehê û qadên civakî bi kar tînin de tedbîr hatine girtin?
Li vî bajarî du keçikên biçûk ji aliyê çawişekî pîspor û du jin jî ji aliyê şeş çawişên pîspor hatin tacîz kirin. Li vî bajarî sûcên ku ji aliyê kesên ûnîformagirtî pêk tên dikevin û bîryarên bê cezayî tên hilgirtin.
Wan bi Îran û Efqanistanê re xwedî sînor e. Em çîrok û tundiya li ser Z.N. ya Îranî, penaber L.M. ya Efqan û jinakoçber a Ruandayî ji nûçeyên çapemeniyê dizanin. Ji ber vê yekê em dipirsin:
Gelo Navenda Vegerandinê ji bo jinên koçber navendeke çavdêriya îdarî ye an navendeke tundûtûjiya zayendî û tacîzê ye?
Gelo di dema derbasbûna penaberan de û di Navenda Vegerandinê de bûyerên tacîz, destdirêjiya zayendî û istîsmara li dijî penaberan de failên ünîformegirtî hatine darizandin?
Bi dehan salin keçikên biçûk û jin ji aliyê qorîciyan ve bi awayeke sîstematîk tên tacîz kirin. Lê bes, dozên ku divî warî de hatine vekirin jî dikevin û bîryarên bê cezayê tên hilgirtin. Di statûya van qorîciya de jî ti guherîn tune ye. Gelo di rewşeke wisa de dê aşitiyeje civakî çawa bê saz kirin?
Em dipirsin: Li Wanê cinayetên jianan û mirinên “gumanbar” zêde dibin. Ji bo van kuştinan çi tedbîr tên stendin?
Di çarçoveya operasyona li dijî salonên masajê de du polîs hatin binçavkirin. Li Wanê, bikaranîna maddeyên narkotîk her roj zêdetir dibe, temenê bikaranînan jî her ku diçe biçûk dibe. Jin, çalakiyên xwe nobetê yên li hember vê rewşê didomînin. Tîmên Ewlekariya Navçeya Rêya Armûşê (İpekyolu İlçe Emniyet Müdürlüğü) ji dêvla rê li ber firotina maddeyên narkotîk bigre; jinan bi hinceta “hûn aştiya civakê xera dikin” gazî îfadeyê dike.
Di demek nêz de, li ber deriyê Komeleya Mafên Mirovan Şaxa Wanê de (ÎHD) afîşek ku LGBTÎ+yan, femînîstan û komên cuda hedef digirt hat daliqandin. Di afîşê de ev gotin hebûn: “Malbata we hew Îslam dikare ji homoseksueliyê, komunîzmê, femînîzmê, demokrasî, Deîzm û Ateîzmê biparêze.” Li dijî van kesên ku ev afîş daliqandin de ti tedbîr an cezayek nehat birîn û em dipirsin: Ev kom, vê hêzê ji ku hildigirin?
Bi berpirsiyariya parastina aştiyê, em dibêjin; tundiya zayendî ya ku wek amûrek şer tê bikaranîn û bi taybetî sûcên sistematîk ên mêrên unîformagirtî yên li dijî jinan ku tên veşartin ji bo van qirêjiyan bingeha herî mezin e. Ji bo mercên polîtikayên şer bên guhertin; divê têkiliyên di navbera şer, mêrantî û tundiyên zayendî de bên hûnandin û yekser bên eşkere kirin.
Em wekî jin ji têkoşîna hevdu hêzê digirin û ji bo berfirehkirina têkoşîna xwe ya kolektîf a li dijî tundûtûjî, şer û bêcezahiştinê, bi bîryar in. Heta ku rastî dernekeve holê, dadmendî pêk neyê, jîyanek azad û wekhev ava nebe emê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji ber ku em dizanin di civakekê de heta jin azad nebe aşitî jî pêkan nabe."







